Îro Salvegra Şeşan ya Qirkirina Şengalê Ye


Îro 3ê Tebaxê ye, salvegera şeşan ya Qirkirina Şengalê ye ku çekdarên Dewleta Îslamî (DAIŞ) li warê serekî yê Kurdên Êzîdî bi hezaran kesên bêguneh kuştibûn.

Di encama êrîşên DAIŞ’ê de bi hezaran qîz û jinên Êzîdî jî hatibûn revandin û di bazaran de hatibûn firotin.

Dîmenên malbatên Êzîdî ku li Çîyayê Şengalê bê av û xwarin asê mabûn, bûn sedem ku şervanên Kurd dest bi şer bikin û Amerîka jî dest bi êrîşên esmanî dijî DAIŞ’ê bike.

Êzîdîyên ku ji komkujîyê rizgar bûne, niha li seranserê herêmê belav bûne û li benda vegera cîh û warên xwe ne.

Murad Alo, yek ji dîdevanên xirabkarîyên DAIŞ’ê ye, bi bîr tîne ku teqelêdan dora seat 10ê sibehê destpê kir û dema wan zanî ku ewê bi destê DAIŞ werin kuştin, bi hezaran Êzîdî ber bi Çîyayê Şengalê ve revîn.

“Ez ti car tiştê ku çê bû ji bîr nakim. Min dît çawa dayikan keçên xwe li dû xwe hiştin. Min dît çawa mêr û jin hatin kuştin. Heta bi jinên avis jî hatin kuştin.”

Alo dibêje ku birayê wî biryar sitand ku li Şengalê bimîne da ku şerê DAIŞ’ê bike. Ji wê çaxê de, wan hevdu nedîtîye.

Di encama vê tundûtûjîya DAIŞ’ê ya dijî Êzîdîyan de, jimara Êzîdîyan kêm bûye û li seranserê cîhanê, tenê yek mîlyon Êzîdî hene.


Source link

About Hooshyar

Check Also

مافەکانی دەنگدەر لە ئەمریکا

کاربەدەستانی باڵای هەڵبژاردن لە ئەمریکا ژمارەیەک ڕێوشوێنیان دیاریکردووە، تا مافی دەنگدەر بزانرێت و دەنگدەر ڕووبەڕووی …

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *