Breaking News

Giyanê dide kevir, ax û daran


Peykeltiraş Erdal Tut ku di sala 2016’an de piştî ku qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hate danîn bi biryarnameyekê ji peywirê hatiye dûrxistin, li taxa Ofîsê ya Amedê depoya ku 80 metreçargoşe ye veguheandiye Atolyeya Peykel û cihê hilberînê. Hem karên xwe yên kesane lê dimeşîne, hem jî firsenda hînbûnê dide kesên eleqedar. Peykeltiraş Tut di atolyaya xwe ya biçûk de giyanê dide kevir, kîl, darên xwezayî û amûrên textîn û ji nûve zindî dike. Atolyeya ku navenda hilberînê ye di heman demê de kesên ku eleqeyê nîşanî hunera peyker didin, fêrî çêkirina peyker dibin.


‘PEYKER HIŞÊ MIROVAN ZINDÎ DIHÊLE’

Peykeltiraş Erdal Tut dibêje, ev karekî hezkirin, sebir û aramiyê ye û got: “Kesên vî karî bikin divê ji karê xwe hez bikin û sebra wan zêde be. Dema ez dest bi kar dikim, berî her tiştî ez ê çi çawa çêkim di hişê xwe de zindî dikim.”

Tut, ji navçeya Farqîn a Amedê ye û zarokatiya wî li Farqînê derbas bûye. Di temenê zarokatiyê de bi karê hunera destan ve mijûl dibe û dibêje, lewma ew pir ji vê hunerê ne dûr bû.

Tut anî ziman ku cara ewil li zanîngehê wî bi peyker re danûsîn kiriye û fêm kiriye ku hunerekî peykerkarî jî heye. Tut da zanîn ku piştî wênesaziyê wî hemû bala xwe daye li ser peykertiraştiyê û wiha axivî: “Li Farqînê dema ez zarok bûm bi herî, têl û daran timî min dilîst û ji hunerê re destê min dixebitî. Ji zarokatî heta niha dibe ez pir nikarim baxivim, lê destê min bi hunere û baş dikare biaxive. Di dibistana navîn de beşa hunerê min xwend û bi wênesaziyê re eleqeder dibû. Piştî ez derbasî zanîngehê bûm bi peyker re danûsîna min çêbûm û min fêm kir ku peykeltiraşî jî heye.” 

‘BÎRA CIVAKÊ ZINDÎ DIHÊLE’

Tut destnîşan kir ku beşa wî ya sereke kevir e û wiha pê de çû: “Li gel kevir hunera kîl, darên xwezayî û amûrên textîn jî dikim. Peyker hunerekî li qadek ji dûr û nêzîk bi şêweyekî sê qam ku mirov bikare li dor bizivire û destê xwe bidiyê ye. Her wiha peyker xwedî hunerekî bi nirx û bi furm e. Tişta ku ji wêne cuda dike peyker sê qame û wêne jî du qam e. Li gorî lêkolîn û nirxandina ji dîrokê ve ev huner heye û tê gotin, ‘dema tu destê xwe didî kevir û li hev dixî, ev peykertiraşiye’. Ev huner dihêle ku mirov bi nêrînek xweş û zindî li dinyayê binêre. Huner bivênevê ya civakê ye û bîra civakê timî zindî dike.”

Tut anî ziman ku bi hunera destan ew giyanê dide kevir, ax û daran û wiha dom kir: “20 sal e ez hunera kevir dikim. Hunera min ya sereke kevir e. Lê zêdetirî 6 sal e ez hunera kîl û darên xwezayî jî dikim. Ev karekî hezkirin, sebir û aramiyê ye. Kesên vî karî bikin divê ji karê xwe hez bikin û sebra wan zêde be. Dema ez dest bi kar dikim, berî her tiştî ez ê çi çawa çêkim di hişê xwe de bi ruh dikim. Piştre projeya ku min di mejiyê xwe de bi ruh kiriye li ser kevir û dar bi şekl û şemal dikim. Ez hemû berhemên destan bi kedek mezin çêdikim.”

AKADEMIYA HUNERÊ

Tut bilêv kir ku demek gelek dirêje li ser peyker dixebite û wiha pê de çû: “Ev huner parçeyek ji jiyana min e. Berî 20 salan min nedizanî peyker çiye lê belê niha perwerdehiya vê hunerê dikim. Ez li vir giyan didim kevir, ax daran. Ciwanên Amedê jî eleqeyek mezin nîşanî vê hunerê didin. Ez di atolyeya xwe de ciwanan hînî vê hunerê dikim, vir di heman demê de weke akademiya hunera destan e.”

PEYKERÊ TAHÎR ELÇÎ

Tut destnîşan kir ku gelek leheng û pêşiyên Kurdan hene ku ew dixwaze peykerên wan çêbike û li bajaran deyne û got, “Di xeyalê min de heye ku ez rojekê peykerê Tahîr Elçî çêkim û li Sûra Amedê danîm. Tahir Elçî sembola aştiyê ye. Ev kar jî mixabin bi alîkariya şaredariyê çêdibe. Ji ber ku li herêmê şaredarî nirxê bi hunera destan nade heta niha jî ti peykerê min li vî bajarî tineye.”

PEYKERÊN NEMRÛT Û GOBEKLI TEPE

Tut destnîşan kir ku dîrokekî nivîskî ya peykertiraşiyê tineye û got: “Ev huner jî dîrokê heta roja me ya îro heye. Pêşeyên me hîn zindîdir ev huner kirine. Mînaka vê yekê jî Peykerên li Nemûr û Gobeklî Tepe ne. Li van herêman peykerên ewqas binirx û bedew hatine çêkirin, dilê tevahiya peykertiraşan dagir dike.”

‘DIXWAZIN CIVAKÊ BÊ BÎR BIHÊLIN’

Tut diyar kir ku dema qeyûm tayînî şaredariyên li Kurdistanê hatin hema bêje hemû peyker hatin rûxandin û ji cihê wan hatin rakirin. Tut anî ziman ku bi vê hewdanê dixwazin dîroka zindî ya Kurdan ji holê rakin û wiha got: “Dema ku qeyûm hatin tayînkirin destpêkê peykerên pêşiyên Kurdan û peykerên bîranînên Kurdan ji holê rakirin. Yekem peykerê Ehmedê Xanê û peykerên ji bo bîranîn Roboskî li Amedê hatibûn danîn rakirin. Bi vê yekê dilê min gelek şewitî. Divê hemû peykertiraş li dijî vê derbikeve û nerazîbûnên xwe nîşan bidin. Bi vê nêzîkatiyê bêrêzî li hemberî huner û dîroka Kurdan tê kirin. Ji xwe xwestin bi vê yekê bîranîn û bira Kurdan ji holê rakin û Kurdan bê bîr bihêlin. Belê dikarin peykeran rakin, lê nikarin di mejiyê mirovan de rakin.”


Source link

About Hooshyar

Check Also

Îro jimara kesên wefat kirine 75 in û 1.958 test posîtîv derketin

PeyamaKurd – Wezareta tenduristiyê ya Tirkiyê rewşa Kovid-19 ê li Tirkiyê û Kurdistana Bakûr ragihand …

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *