Breaking News

Divê Kurd yekhelwest bin û biryarên erebkirinê werin hilweşandin


PeyamaKurd – Cîgirê Serokê Parlemana Iraqê Beşîr Hedad li ser pirsgirêka erebkirinê û dest danîna ser erd û milkên Kurdan li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê da xuyakirin ku pêwîstî bi helwest û biryareke siyasî heye.

Hedad ji K24ê re ragihand: “Babeta desteserkirina zeviyên Kurd li navçeyên Kurdistanî, babeteke siyasî ye û pêwîstiya wê bi yekhelwestiya aliyên siyasî yên Kurdistanê heye. Divê ew babet bi berpirsên Iraqê re bê behskirin û bê dawîkirin”.

Beşîr Hedad got: “Divê ew biryarên ji bo anîna Ereban derketine, bêne hilweşandin. Lê belê hemû parlemanterên Kurd ser bi partiyan ve ne, ji ber wê bê rêkeftin û biryareke siyasî, ew pirsgirêk bi yekcarî nayê çareserkirin, ji ber ku ji bingeh ve, biryareke siyasî ye”.

Cîgirê Serokê Parlamena Iraqê diyar kir, “Aliyên Iraqî sûdê ji neyekrêziya aliyên Kurdistanî dibînin, her dema ku dizanin pirsgirêk di navbera aliyên Kurdistanî de heye, wê demê dikevin tevgerê”.

Li ser pirsa ‘divê firaksiyonên Kurdistanî helwestê bigirin û rûniştinên parlemana Iraqê baykot bikin’ jî Beşîr Hedad got: “Pêwîstiya wê bi yekdengiya Kurd û biryara siyasî heye, niha 7 firaksiyonên Kurdistanî li parlemana Iraqê hene, heger biryareke siyasî nebe, firaksiyon yekhelwest nabin.”

Xûrmatû | Ereban bi hevkariya artêşa Iraqê êrîş bi


Source link

About Hooshyar

Check Also

Bîlmez: Tirkiye neçare ku li gorî rapora KE’yê tev bigere

Ji Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez ê ji 7’ê Tebaxa 2019’an û vir …

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *