334 kesên di bi koronayê ketin û 9 kesan jî can da

PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê amarên 24 saetên dawî yên vîrusa koronayê ragihandin.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, di 24 saetên borî de 334 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 9 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

Wezareta Tendirustiyê eşkere kir, ji 334 kesên bi vîrûsa koronayê ketine, 207 kes li Hewlêrê, 33 kes li Silêmaniyê, 17 kes li Germiyanê û 77 kes jî li Duhokê ne.

Herwiha hat ragihandin ku 9 kesan ji wê nexweşiyê can daye ku 2 kes li Hewlêrê, 4 kes li Silêmaniyê û 3 kes jî li Duhokê ne.

Li gorî daxuyaniyê, 122 kes jî baş bûne ku  77 li Hewlêrê, 26 li Germiyanê, 9 li Duhokê û 10 kes jî li Helebceyê ne.

Li Herêma Kurdistanê heta niha 14 hezar û 467 kes bi koronayê ketine û tevî hejmarên dawî 560 kesan jî can daye.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Li Şîlîyê xwepêşan berdewam dikin

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin xwepêşandêrên ku daketin kolanan li Sabtîagoya paytexta Şîlîyê di …

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *