Partîya Davutoglu û Babacan jibo Dengê Kurdan Çi Difikirin?

Serdema îtîfaqan li Tirkiyê rojeva hemû partîyên sîyasî dagirkirîye. Hesabê her partîyê cûda cûda be jî lê tevahîya partîyên Tirkiyê çavên xwe li ser dengê Kurdan çikandine.

Partîya opozîsyon, CHP her çi qas bi HDP’ê re îtifaqê înkar bike jî, Hevseroka HDP Pervîn Bûldan di daxûyanîyeke xwe de gotibû “ji vî şundatir emê îtifaqên servekirî bikin.”

Partîya desthilat AKP her gav HDP bi terorêva dibestîne. Lê di alîyê din de jî çavê xwe daye ser dengê HDP’ê.

Ku di hilbijardinê şaredarîyêyê de, ji bo dengê Kurdan, li Îmralîyê naxmeya Serokê PKK Abdullah Ocalan derxistibû der û dabû xewendin.

Di bin serokatîya Serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu û Wezîrê Aborîyê yê berê Alî Babacan de du partî hatin damezirandin. Ev her du partî gelo ji bo dengê Kurdan çi difikirin?

Alîkarê Serok û Berpirsê Serokatîya Mafên Mirova yê Partîya Dahatû Vahdettîn Înce vê yekê wiha dîyar dike:

“Dengê Kurda ji bo hemû partîyên sîyasî çawa girînge ji bo me jî gelek girînge. Heta niha yên ku ji wan deng girtîye ji bo kêşa Kurd çareserîyek neanîye. Lê em ji hemû Kurdan re dibêjin, ji bo çereserkirina kêşa Kurd em amade ne.”

Partîya Dahatû dê çawa dengê Kurdan bigre? Di vî warî de Înce nêrînê xwe wiha radigîhîne:

“Emê ji Kurdan re bêjin heta niha we deng da HDP gelo HDP’ê çi derdê we çareser kir. Dîsa heta niha we deng da AKP gelo AKP çi kêşeya we çareserkir. Em li vir dibêjin heke Kurd dest bidin me, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd em hezirin.”

Partîya Pêngav û Demokrasîyê (DEVA) jî nefsî Partîya Dahatû çavên xwe berdaye ser dengê Kurdan.

Damezirîner û Endamê Rêzkarîya Partîya DEVA Abdurrahîm Aksoy ji bo girtina dengê Kurdan wiha dibêje:

“Em ji AKP’ê veqetîyan, lê sîyaseta me ne wek sîyaseta AKP’ê ye. Hilbijêrên Kurd ji bo me gelek girînge. Em dixwazin ku Kurdên ku dengên xwe didan AKP ji wan deng bigrin. Di vî warî de hedef û armanca me ya esas ev e. Ji bo çareserkirina kêşa Kurd ji Kurdên din jî em dixwazin deng bigrin û di vî warî de xebatên me jî hene.”


Source link

About Hooshyar

Check Also

Ezê Sudanê ji Lîsta Dewletên Piştgirîyê Didin Terorê Derxim

Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku ewê Sudanê ji lîsta dewletên piştgirîyê didin terorê …

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *