Li Duhokê 2 Kesên Din ji COVD-19 Mirin


Rêvebirîya Saxlemî Duhokê ragihand ku di 24 seatên dawî de 49 kes bi vîrusa korona ketin û 2 kesên din jî bi nexweşîya COVID-19 canên xwe ji dest dan.

“Ew 2 kes li nexweşxaneya Gulan ya qeza Akrê mirine û jîyê wan di navbera 60-66 salî ne. Yek ji pasevan e û yê din jî kesibkar e,” Rêvebirîya Saxlemîyê ragihand.

D. Muyed Axalî, berpirsê nexoşên COVID-19 li Duhokê got ku li her du nexweşxaneyên koronayê li Duhokê tenê 150 nivîn (text) hene, lê hejmara tûşbûyan zêde dibe.

“Em ji tevahîya hemwelatîyan dixwazin ku bi rênmayên saxlemîyê pêgir bibin û mask û lepik bi kar bînin û neçin cihên qerebalix çimkî em nikarin pêşwazîya pirtir nexoşan bikin,” Dr. Axalî bi berdewamî got.


Source link

About Hooshyar

Check Also

“Li dijî êrîşên ku tên kirin em ne bêçare ne”

Ji teref Îshak Saglamê Serokê Giştî yê HUDA PARê ve ji ber minasebeta  wîladeta Pêxemberê …

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *