Li Afrîqaya Başûr Hejmera Pêketinên COVID-19 ji Nîv Mîlyonî Derbaz Kir


Wezîrê Saxlêmî yê Afrîqaya Başûr Zwelini Mkhize ragihand ku di roja borî de 10,107 bûyerên nû yên vîrusa korona çêbûne û hejmera giştî ya COVID-19 503,290 kesan.

Mkhize da zanîn ku heta niha 8,153 kesên din jî ji korona mirine.

Hejmera bûyerên pêketina korona li Afrîqaya Başûr zedetirî nîvê tevahîya bûyerên vîrusa korona ya li 54 dewletên Afrîqî pêk tîne.

Li gor pêzanînên Zanîngeha Johns Hopkins, Afrîqaya Başûr ya bi nifûsa 58 mîlyonan, di asta cîhanê de piştî Amerîka, Brezîlya, Rûsya û Hîndistanê welatê pencê ye ku xwedîyê hejmera herî bilind ya pêketîyên korona ye.

Pispor dibêjin ku hejmara rastîn ya pandemî ya asta cîhanê ji hejmera bûyerên piştrastkirî, jiber hejmara sînordakirî ya testan û sedemên din gelek pirtir e.

Lê, Serokê Afrîqaya Başûr Cyril Ramaphosa da zanîn ku ew nîşanên hêvîdar dibîne ku zêdebûna hejmera bûyerên ya bi lezgînî kêmtir dibe û dikeve bin kontrolê û sîstema saxlemîya xurt ya welêt li gelek hereman bi rengekî baş pêvajoyê bi rê ve dibe.

Serok Ramaphosa, roja Yekşemê di nameyekê de ji gel re gotibû ku tevî hejmareke bilind ya bûyerên pejirandî, ew hinek pêşketinên erênî dibîne.

“Zêdebûna rojane ya bûyerên vîrusê xuya dide ku li heremên Cape ya Rojavayê, ku Cape Town, Cape ya Rojhilatê û Gauteng, ku bingeha Johannesburg û Pretoria ye, vîrus her diçe dikeve bin kontrolê,” wî got.

Li Afrîqaya Başûr nexweşxaneyên li tijî ye lê dîsa jî li piranîya hereman jibo nexweşên COVID-19 dermankirin, tê peydakirin, serok ragihand.


Source link

About Hooshyar

Check Also

ئەبو موحسن ئەلمیسری لە ئەفغانستان دەکوژرێت

دەسەڵاتدارانی ئەفغانستان کوژرانی سەرکردەیەکی گەورەی تۆڕە تێرۆرکارییەکەی ئەلقاعیدە ڕادەگەیەنن هاوکاتی بەرزبوونەوەی ژمارەی قوربانیانی هێرشە خۆکوژییەکەی …

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *