RINDIK: Pasta min îro olan da

Min nuha ji xanimê û ji xortan ra ev pasta toscana çê kir. Bawer bikin hosteyê vî karî jî nikane pasteyeke hewqasì xweş û lezîz çê bike. Ji karê wiha ra hosteyî lazim e.

Hewqas xweş bûbû, xanimê hêdîka got, “îcar xweş bûye. Lê ez dibêjim deqeyeke din di firnê da bima, ewê xweştir biba…

Hêvîdar Zana: Tu her hebî mamosta Zinar. Pir xweş xuya dike
welle. Niha li vir bûya, min guh nedida rejîm mejîm û qelewiyê, min ê perçeyekî
mezin bixwara

Zinarê Xamo: Çareya wê heye, xwarinên din hinekî kêm bike û
wek min bimeşe. Di vî umrî da bêyî karê nav malê, blogeriyê, ez rojê li dora
saet û nîv û du saetan jî dimeşim. Helbet ne bi tenê me, xanimê jî bi xwe ra
digerînim…:))

Hêvîdar Zana: Min xwarin kêm kiriye, şêraniyê naxwim. Lê
welle germa Hewlêrê nahêle mirov bimeşe, ji zû ve sporê nakim. Li cihê kar jî
bi piranî rûniştî me. Ez ne qelew im, lê mîrata ekranê 3-4 kîloyan davêje ser
mirov, ji ber wê xwe birçî dihêlim.

Zinarê Xamo: Ekran derewa dike, forma te îdîal e. Her tiştê bixwe, lê zêde
nexwe. Piştî çend rojan çav bar nebe jî, zik têr dibe.



Bariş Azad: Saeta te xweş û noşî can be


Zezîr Guçlu :
Destê te saxbe
Zimandirêj Pandemîç: Dest sax be mamoo pir xweş xuya dike
haa
Zinarê Xamo: Ma xweş jì gotin e, béqusùr e ! Xanimé ji pir
eciband, zù bi zù huneré min naecibìne, tim qusùreké lé dibìne. Lé vé caré
hédìka got pir xweş e…
Zimandirêj Pandemîç: Hahahah bavê min li dîya min wulo dike.
Ger biecibîne jî bi qelsî dibêje “ee xweşee”
Zinarê Xamo: Li dinyayê însanên dişibin hev pir in. Vê carê
hêdîka got pir xweş bûye, lê ez dibêjim te deqak berê ji firnê derxista ewê
xweştir bibûya…:))


Zimandirêj Pandemîç:
Hahahahaa! Xwedê we bi hev re kal ı pîr bikee
navbera we tu carî xira nebe. Ew jî delalîyê jinê kurd in.
Wa tu xwarinê çêdike ka hê çi dixwazi?


Zinarê Xamo:
Ma xwarinê tenê, nanpêjê malê jî ez im. Ez çi karî dikim pê qîma
xwe neyane, tim xwe dinalîne, dike ay û oy û hinek karê din ji min dixwaze Li
Swêd fêrî gelek tiştên bûye, dawiya daxwazên wê nayê Min digot belkî ez yeka
gundî bînim ezê rehet bikim, tew min malik li xwe viritand

Nezîr Guçlu: Pir bi lezzet xwiya dike mamoste.



Zinarê Xamo:
Îşê lezetê, di devê meriv da dihele, xwezî nuha te kanîbûya tahm
bikira…:))

Nezîr Guçlu:
Xwezî:) çewa ku min xwaribe pir spas dikim
Ezîz Weysî: Zilam di ser te re heram e Xalo

Zinarê Xamo:
Xanim ne tê da gelek kes eynî tiştî dibêje. Ew tim dibêje
“qet nakeve serê min…
Ezîz Weysî: Ew taktîk e xalo, wer dike ku tu di ser xwe re
nere û çav bera derve nede 🙂
Zinarê Xamo: Tu qala çi xortê delal, ew jî zane ew dewran
dewran derbas bûye…,lema hewqas stûriyê dike…:))


Source link

About Hooshyar

Check Also

Her bingehek leşkerî dê aramanca êrîşên me be

Enstitûya Karên Ewlehiya Netewî ya Îsrail her sal konferansek nevnetewî li dar têxe. Îsal jî …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *