KNK: Berxwedana Heftenînê, berxwedana gelê Kurdistanê ye


Konseya Rêveber a KNK’ê têkildarî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û berxwedana Heftanînê daxuyaniyek weşand.

‘KURDAN TENÊ BI BERXWEDANÊ HEBÛNA XWE HETA NIHA PARASTINE’

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, ku neteweya Kurd û gelên Kurdistanê bi sedan sal in li bin destan e û hate gotin, “Hêzên serdest bi dehan caran hewildan ku Kurdan ji nav bibin û asîmîle bikin. Lewma jî hebûna Kurdan her di bin gefan de bûye. Ziman, çand û nasnameya gelê Kurdistanê tim hatiye înkarkirin. Yekane tişta ku hişt Kurd hebûna xwe biparêzin berxwedan û berevanî ye.”

Konseya Rêveber a KNK’ê diyar kir ku ev hestê berxwedanê bi rih û rîşalê xelkê Kurdistanê hatiye pêşxistin û destnîşan kir, “Eger em bibêjin ku ‘tenê çiyayên me Kurdan parastiye’ wê ev yek kêm bimîne. Yê Kurdan û hebûna Kurdan parastiye her giyanê berxwedanê bû. Kurdan her bi giyanê berxwedanê li çiya, deşt û baniyan li dijî înkarkirinê berxwedana hebûnê daye. Kurdan li Rojavayê Kurdistan, li Germiyana Başûr, li Rojhilat û Bakurê Kurdistanê, her wiha li Misir, Ûrdun, Yemen û li her devera cîhanê li dijî gefên tinekirin û asîmîlasyonê her li berxwe dane û xwe parastine. Berxwedan ew giyan e ku Kurdan gîhandiye roja îro û dostên Kurdan li dinyayê zêde kir.”

‘BERXWEDANA LI HEFTENÎNÊ BÊHEMPA YE’

KNK’ê ragihand ku niha ew giyanê berxwedanê, li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker li Heftenîn û Qendîlê li ber xwe dide û wiha dewam kir, “Dewleta Tirk ji destpêka avabûna xwe heta niha çendîn car in bi hemû hewildan û teknolojiya xwe ya leşkerî, bi hemû kanalên xwe yên siyasî, dîplomatîk û aboriyê, her wiha bi hevkariya sîxûr û kirêgirtiyên xwe bênavber êrişî ser xelkê Kurdistanê û bizava azadîxwazan dike. Lê belê giyanê berxwedanê bi zehmetî, têkoşîn û berdêlên giran şerê qirkirina Kurdan jinav dibe û gelê Kurd li ser piyan hêla ye. Berxwedan û berevaniya li Heftenîn û deverên yên Kurdistanê berxwedaneke bêhempa a şoreşger û şervanên Kurdistanê ye. Ev hêza berxwedêr êrişên dijmin li gelek deveran şikandiye, li dijî teknolojiya artêşa Tirk şerê rûmetê didin. Ev şer û berxwedan hişt ku hêzên dagirker roj bi roj bi paş ve biçin.”

‘EM BI HEMÛ ÎRADE Û VIYANA XWE XWEDÎ LI BERXWEDANA HEFTENÎNÊ DERDIKEVIN’

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Em jî weke kongreya neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê bi hemû îrade û viyana xwe xwedî li berxwedana Heftenîn û çeperên berevaniyê derdikevin. Em vê xebat û têkoşînê weke wezîfeyeke neteweyî û niştîmanî dibînin û silavên xwe yên germ ji hemû berxwedêran re dişînin. Bejna xwe li hemberî bilindahiya pakrewanên azadiyê ditewînin.”

BANGA JI BO XURTKIRINA BERXWEDANA HEFTENÎNÊ

Di dawiyda xuyaniyê de ev bang hate kirin: “Em bang û daxwaz ji hemû Kurdistaniyan dikin da ku piştgiriyê bidin berxwedana bêhempa a Heftenînê. Em bang dikin ku her kes bi şêweyekî û li gorî hewildanên xwe bibe dengê berxwedana Heftenînê û li dijî hevkarên dewleta Tirk a dagirker jî bibe xwedî helwest. Azadî û serfiraziya Kurdistanê tenê di destê Kurdan de ye. Em di wê baweriyê de ne ku gelê me wê ti carî berxwedêrên xwe yên azadiyê bi tenê nehêle.

Em weke KNK bang li hemû tevger, hêz, partî, rêxistinên Kurdan dikin da ku li dijî êriş û dagirkeriya Tirk bibin xwedî helwest. Divê bê zanîn ku ev êriş li dijî ked û destkeftiyên hemû Kurdan e. Di encama berxwedaneke hevbeş de wê serkeftin û serfirazî para Kurdan be.”


Source link

About Hooshyar

Check Also

Dewleta Tirk wê Bîden test bike?

Dewleta Tirk a dagirker li Rojava û Başûrê Kurdistanê ji bo êrîşên nû yên dagirkeriyê …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *