PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku yek ji riyên başkirina nexweşên koronaya nû Covid-19 wergirtina wergirtina plazmaya xwîna kesên baş bûne ye û bang li kesên ji vîrusa koronayê baş bûne kir, plazmaya xwîna xwe bexş bikin.
Wezareta Tenduristiyê eşkere kir ku niha hejmareke zêde ya nexweşên giran ên koronayê, pêwîstiya wan bi plazmaya xwîna başbûyên wê nexweşiyê heye.
Wezaretê daxwaz ji başbûyên koronayê yên 28 roj di ser başbûna wan re derbas bûne kir, serdana bankên xwînê bikin û plazmaya xwe bibexişînin ku ev bexişandin, xizmeteke mirovî û xêreke mezin e.
Heta niha hejmara kesên li Herêma Kurdistanê bi vîrusa koronayê ketine gihîştiye 9 hezar 876 kesan, 352 kesan can daye û 5 hezar û 404 kes jî bi temamî baş bûne.
Source link