Şerê navbera Ermenistan û Azerbaycanê ji nû ve dest pê kir


Li gorî daxuyaniyên Wezaretên Parastinê yên her du welatan, şerê li sînorê bakur sibeha Pêncşemê ji nû ve dest pê kir.

Baku û Erîvan hevdu sûcdar dikin û dibêjin ku ew bersivê didin êrişan.

Şeva Sêşem-Çarşemê li herêma sînor bêdengî hebû.

Li gorî daxuyaniya 15’ê Tîrmehê ya Wezareta Parastinê ya Ermenistanê, hêzên Azerbaycanê 12’ê Tîrmehê li ser sînor ketin nava hewldanên provokatîf û bûn sedema şerê leşkerî.

Li gorî malpera Armenewsê, Berdevkê Çapemeniyê yê Wezareta Parastinê Artsrûn Karapetî Hovhanisyan ragihand, Azerbaycanê êriş biriye ser herêmên sivîl, du febrîqe û lûleyeke gazê, lê tiştek bi sivîlan nehatiye. Di dîmenan de yên ji aliyê medya Ermenistanê ve hatin weşandin obusên Azerbaycanê li qadên sivîlan dikevin û xisarê li gelek malan dikin.

Roja Yekşemê li ser sînor di şer de yek jê general 11 leşkerên Azerbaycanê mirin. Li aliyê Ermenistanê jî tê gotin ku du leşker hatin kuştin.

Ermenistan û Azerbaycan ji destpêka salên 1990’î û vir ve ji bo kontrolkirina herêma Karabagê şer dikin. Vê herêmê sala 1991’ê bi piştgiriya Ermenistanê bi rengekî yekalî serxwebûna xwe ragihand. Di şerê dijî Azerbaycanê de derdora 30 hezar mirovî jiyana xwe ji dest dan. Ev şer sala 1994’an bi agirbestekê bi dawî bû.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Li Hollandayê xwepêşanên li dijî qedexeya derketina derve zêdetir dibin – – Ajansa Nûçeyan A Îlkê

Li Hollandayê xwepêşanên li dijî qedexeya derketina derve zêdetir dibin Xwepêşanên ku li Hollandayê ji …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *