Li Şirnexê ji Çawîşê Pispor êrîşa destdirêjiyê li keça 10 salî: Divê bê ceza nemîne!


PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şevê din çawîşekî pispor ê artêşa Tirkiyê, li nav sîteyeke navenda bajarê Şirnexê, êrîşeke destdirêjiyê li keçeke 10 salî kir.

Êrîşkarê ku ketiye hewldana destdirêjiyê bo keça 10 salî, piştî qêrîna keçikê, ji aliyê hemwelatiyan ve hatiye desteserkirin. Herwiha di nasnameya wî de jî derketiye ku çawîşekî pispor e ku çend dîmen jî li ser medya civakî hatin belav kirin.

Piştî bûyerê bertek li dijî vê hewla destdirêjiya keçika piçûk hatin nîşandan û li Şirnexê jî bûyer hat protestokirin û ji rayedaran daxwaza cezakirina wî kesî hat xwestin.

 

Dün gece Şırnak Şaranlar Sitesi’nde 10 yaşındaki bir ÇOCUK uzman çavuşun tacizine maruz kalmıştır.Çocuk uyurken sessiz olunur,istismar edilirken değil. Peşini bırakmayacak,sessiz kalmayacağız.#susmaşırnak pic.twitter.com/yVV0I5Wfg6


— Hüseyin Kaçmaz (@avhuseyinkacmaz) July 15, 2020

 

Parêzerên keçika mexdûr hîn bi dozger û rayedarên bajêr re di nav danûstandinê de ne ku dixwazin bûyerê zelal bikin û ew çawîşê pispor were cezakirin.

Hêjayî gotinê ye, beriya niha jî li bajarên Bakurê Kurdistanê gelek caran bûyerên destdirêjiyê yên wiha derdiketin holê ku kirdarên wan ji ber karmendên dewletê bûn nedihatin cezakirin û bûyer dihatin nixumandin.

 

Şırnak’taki uzman çavuşun karıştığı cinsel istismara ilişkin Şırnaklı gencin beyanatları… #susmaşırnak pic.twitter.com/mv3hq0ihjZ


— Ferhat Encu (@FerhatEncu) July 15, 2020

 




Source link

About Hooshyar

Check Also

بەهۆی تەقینەوەیەک لە بەغدای پایتەختی عێراق دەیان کەس دەکوژرێن و بریندار دەبن

سەرچاوە ئاسایشی و پزیشکییەکان ڕایانگەیاند ڕۆژی پێنجشەممە لە بازاڕێکی بەغدا لە دوو تەقینەوەی خۆکوژیدا بەلایەنی …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *