HSDê li ser parastina zarokan û qada perwerdê ji şer çend biryar standin


PeyamaKurd – Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) çend biryar li ser parastina zarokan, dibistan û karmendên perwerdeyê ji bandora şerê çekdarî û operasyonên leşkerî wergirtin. HSDê ragihand ku ew dê di çarçoveya biryarên Neteweyên Yekbûyî de, pabendî hemû biryarên hatine dayîn bin.

HSDê hejmarek biryar û rêziknameya parastina zarokan û dûrxistina wan ji cihên şer, li ser malpera xwe ya fermî weşand.

HSDê diyar kir, li gorî biryarên Encûmena Asayîşa Navdewletî yên1998 (2011) û 2143 (2014) û bikaranîna dibistanan di qada leşkerî de, HSDê ragihandiye ku di demên nakokokiyên çekdarî de dê zarok û karmendên perwerdeyê ji xeteriyên operasyonên leşkerî bên parastin.

Biryarên ku HSDê dane wiha ne:

1-Di çarçoveya xebatên me wekî  Hêzên Sûriyê Demokratîk de; ji bo parastina zarok, dibistan û karmendên qada perwerdeyê ji bandora şerê çekdarî û operasyonên leşkerî, herwiha ji bo mîsogerkirina xwezaya medenî ya dibistanan ku cihê perwerdekirina ewle ya zarokan, Hêzên Sûriya Demokratîk bi hemû pêkhateyên wê dê dibistanên ji bo mijarê şer bi kar neyîne, herwiha qedexeye her alavek an çekek li nêzî cihên perwerdedayînê werin bi cih kirine.

Ji bilî rewşên leşkerî yên herî awarte mîna ku dibistan bibin hedefa êrişên leşkerî ku pêwîstî bi parastinê heye, dê koordîneke bi temamî bi aliyên sivîl yên têkildarî wekî Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re were kirin. Ji ber ku ev deste aliyê sivîl e ku rewşa perwerde û fêrkirinê û dibistanan bi rêxistin dike.

2– Hemû pêkhateyên Hêzên Sûriya Demokratîk pîvanên cudakirina di navbera armancên leşkerî û pîvana tedbîrên li dijî bandorên êrişê li gorî qanûna şerê çekdar, pêk tîne. Li gorî wê, bikaranîna dibistanan ku ne li gorî biryara hejmar 1`e, ji bo karên leşkerî qedexe dike.

3– Di êrişên li dijî dibistanên ku armancên leşkerî tê de hatine diyarkirin, hêzên QSD`ê tedbîrên digire da ku bi tu awayî zirar negihêje dibistanan.

Her wiha ji bo alîkarîdayîn fermandaran di girtina biryarê de, şêwirmendên qanûnî yên beşdarî operasyonên leşkerî dibin tên esasgirtin.

4– Divê haya hemû fermandarên leşkerî yên QSD`ê yên li baregehên sereke, efserên meydanî û leşkerên di bin fermandariya wan de, ji van perspektîfan hebe û ev belge bikeve nava bernameyên perwerdeya li dibistan û akademiyên leşkerî yên Hêzên Sûriya Demokratîk.

5– Ev perspektîf dikevin pîvanên şer û siyasetên leşkerî yên têkildar  û plana leşkerî ya giştî ya girêdayî operasyonên leşkerî yên hêzên QSD`ê, amadekarî jê re tê kirin û tên pêkanîn.

6- Piştî koordîne û lihevkirina bi Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re,Hêzên Sûriya Demokratîk rê dide hikumetên medenî û aliyên têkildarî rewşa mirovî da ku bigihînin nuqteyan û rewşa dibistanan lêkolîn bikin.

Ev yek li gorî derfet û pêwîstiyê pêkan e, da ku zirarên ku gihîştin dibistanan binirxînin, xeteriyên leşkerî rakin û dibistanan wekî berê vegerînin.

7-Hêzên Sûriya Demokratîk dê bi nûnera  tayabet NY’yê ya têkildarî zarokan û şerê çekdarî û ekîpên xebata Neteweyên Yekbûyî yên têkildarî şopandin û agahdarkirinê re tevkar be. Ev tevakarî ji bo mijara veguhestina agahiyên derbarê binpêkirinên tecawîzkirinên li dijî zarokan de jî ye.

8-Ji dîroka derxistina van perspektîfan de, Hêzên Sûriyê Demokratîk dest bi valakirina deverên ku Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê wekî dibistan ji bo temamkirina perwerdeyê dihesibîne, kiriye.

9-Hêzên Sûriya Demokratîk, dê li gorî belgeya ku li jor hatiye diyarkirin tevbigire, fermandar, efser û ferdên ku li gorî vê tevnegerin dê li gorî isulan werin cezakirin.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona Nêzî 100 Mîlyonî Dibe

Hejmara pêketîyên vîrusa korona nêzî 100 mîlyonî dibe. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *