Gel li Qamişlo, Tirbespiyê û Holê li dijî dagirkeriyê daketin qadê


QAMIŞLO

Şêniyên bajarê Qamişlo bi meşekê sûcên dewleta Tirk şermezar kirin û ji Çerxerêya Qermûtî ya rojavayê bajarê Qamişo ber bi Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ve meşiyan.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Şemsîxan Gulo di çalakiyê de axivî û da zanîn ku berxwedan û têkoşîna şehîd Alî Çîçek, Xeyrî Durmuş, Akîf Yilmaz û Kemal Pîr hîn jî berdewam e. Şemsîxan Gulo got: “Fikrên demokratîk ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kilîta garantiya ewlehiya Kurdistanê û dewletên Rojhilata Navîn e.”

Çalakî bi sloganên”Bijî berxwedan”, “Azadî ji Rêber Ocalan re” bi dawî bû

TIRBESPIYÊ

Meclisa navçeya Tirbespiyê ji bo şermezarkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, meşek organîze kir. Şêniyan di meşê de bang li civaka navdewletî kir ku rê li pêşiya sûcên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan û mudaxeleyên wê di kar û barên dewletên cîran de rawestînin.

Şênî li ber avahiya Kongreya Star li rojhilatê navçeyê kom bûn. Her wiha pankartên bi nivîsên `Bi ruhê berxwedana 14`ê Tîrmehê em ê xiyanet û dagirkeriyê têk bibin` hildan. Şênî di sûka navendî re meşiyan û sloganên li dijî dagirkeriyê berz kirin. Piştre li ber navenda Yekîtiya Ciwanên Rojava rawestîn.

Hevserokê Meclisa navçeya Tirbespiyê Ebdulrehîm Hiso û bi navê partiyên Meclisa Sûriya Demokratîk endamê rêvebêr ê meclisê Ebas Hisên axivîn.

Axaftvanan destnîşan kir ku dewleta Tirk ji gelek serdeman ve lihevkirinên navdewletî binpê dike û êrişî dewletên cîran dike di hewldanekê de ji bo ku vîna gelan li gel bêdengiya navdewletî bişkîne.

HOL

Meclisa navçeya Holê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk û sûcên wê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne, meşek li dar xist. Bi sedan şêniyên navçeyê, endamên saziyên sivîl û hêzên leşkerî tevlî meşê bûn.

Di meşê de dirûşmên şermezarkirina sûc û êrişên dewleta Tirk hatin berzkirin û pankartên xurtkirina berxwedanê û rizgarkirina Efrînê, alên QSD`ê û Kongreya Star hatin hildan.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Rêxistina Dihokê ya PYK-S serdana birîndarên Pêşmergeyên Roj kir

Şandek ji rêxistina Dihokê ya PYK-S serdana Pêşmergeyên roj kirin, yên ku di bûyereke trafîkê …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *