Daxuyaniya Meclîsa Jinan a HDP’ê ya li ser Mensûr Işik

Meclîsa Jinan a HDP’ê daxuyaniyek weşand û bal kişand ser nûçeyên ku dibêje, Parlamenterê HDP’ê yê Mûşê tundî li hevsera xwe Ebrû Işik kiriye. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Têkildarî vê tundiya ku li çapemeniyê hate weşandin, gotinên jinê ji bo me esas e û di vê çarçoveyê de me dest bi lêkolîna pêwîst kirine.”

‘TUNDÎ JI KU TÊ BILA BÊ EM Ê LI BER RABIN’

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Têkoşîna li dijî her şêweyên tundiya li jinê, ji bo me Meclîsa Jinan a HDP’ê sedema hebûnê û têkoşînê ye. Tundî ji kê û ji ku tê bila bê em ê li ber rabin û careke din ji jinan û tevahiya raya giştî re radigiyînin ku em ê di têkoşîna dijî tundiyê de bi israr bin.

Em dixwazin ji raya giştî re ragihînin ku em rewşê lêkolîn dikin û mekanîzmayên pêwîst me xistine dewrê.”


Source link

About Hooshyar

Check Also

Kanada Vaksîna Pfizer – BioNTechê bo Zarokên 12-15 Salî Dipejirîne

Kanada destûr da vaksîna vîrusa korona ya Pfizer – BioNTechê ku ew bo zarokên temenên …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *