Trûmp dawî li ‘statuya xweser’ a Hong Kongê anî


Trûmp roja Sêşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku wî mohra xwe daniye binê qanûna ku dawî li ‘statuya xweser’ a DYE da Hong Kongê tîne û pêkanînê li zextên Çînê yên li herêmê ferz dike.

Trûmp di civîna çapemeniyê de got, “Min mohra xwe danî binê qanûnekê û biryarnameyekê, ji bo Çîn hesabê zextên xwe yên li ser gelê Hong Kongê bide.”

Serokê DYE’yê her wiha got, “Wê nêzîkatiya ku li Çînê tê kirin li Hong Kongê jî bê kirin; nêzîkatiyeke cuda nîne, nêzîkatiyeke taybet a aboriyê nîne, pêwîstî bi firotina teknolojiya hesas nîne.”

Li gorî Serokê DYE’yê, kontrola ku rêveberiya Pekînê daniye ser Hong Kongê dawî li hêza aboriyê ya vê herêmê aniye. Trûmp got, “Me hevrikekî gelekî cidî winda kir.”

Wezareta Karên Derve ya Çînê jî bi daxuyaniyekê diyar kir, “Çîn ji bo parastina berjewendiyên xwe yên rewa wê bersiva pêwîst bide û pêkanînan deyne ser kes û saziyên Emerîkî yên pêwendîdar.”

Biryara rêveberiya Trûmp bandorê li bazirganiya navbera Hong Kong û DYE’yê dike ku salane bi dehan milyon dolar e.


Source link

About Hooshyar

Check Also

زۆربەی تاوانەکانی کوشتن لە ستۆکهۆڵمدا ساغ نەکراونەتەوە – Radio Sweden Kurdish – ڕادیۆی سوید – Radyoya Swêdê

• لە ٦٦ تاوانی کوشتن لە ستۆکهۆڵم تەنها ١٢یان بکەرانیان بە سزا گەیەنراون. • ئەم …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *