Rêûresma bikarxistina westgeha ceyranê Xebat pêk tê


PeyamaKurd – Rêûresma bikarxistina Westgeha Ceyranê Xebat, bi tevlîbûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokê Hikûmetê Qubad Talebanî ve pêk tê.  

Berî vê, bi hewla Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, tîmeke Koryaya Başûr ji bo bikarxistina westgeha ceyranê Xebat, hatibûn Hewlêrê û du merheleyan kar li wê westgehê kiribûn. Piştî vê, biryara 40 milyon Dolar ji bo bikarxistina westgehê hatibû dayîn.

Wezareta Ceyranê diyar kir, bi temamkirina karên wê westgehê, wê 150 mîgawat ceyran zêde bibe. Bi vê yeke, demjimêrên ceyrana niştimanî di vê werzê havîna germ da dê zêde bibe.


Source link

About Hooshyar

Check Also

YE Êdî Guaido Wek Serokê Demkî yê Venezuela Nabîne

Endamên Yekîtîya Ewrupa (YE) îro Duşemê bi daxuyanîyekê raghand ku ew êdî rêberê rikeberîyê Juan …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *