Li gorî agahiyên ku ji aliyê CNN Prîma News TV ve hatin ragihandin, Jakes ku wê demê sekreterê giştî yê Partiya Komunîst a Çekoslovakyayê bû, doh li paytext Pragê hate veşartin. Lê belê agahî nehate dayin ku Jakes ê 97 salî kengî jiyana xwe ji dest da.
Li Çekoslovakyayê piştî ku sîstema siyasî hate guhertin, piştî sala 1989’an Vaclav Havel bûbû serokkomarê destpêkê.
Li vî welatî sala 1993’an peymanek hate mohrkirin û di encamê de welat bûbû du welatên bi navê Komara Çekê û Slovakya. Komara Çekê jî sala 2016’an navê Çekyayê li xwe kiribû.
Source link