Li Qûdsê bi hezaran kesî Netanyahû protesto kirin


Çalakiya protestoyî êvara Sêşemê pêk hat û pankartên bi nivîsa “Nelirêtiya Netanyahû me nexweş dixîne”, “Netanyahû îstifa” hatin hildan.

Amadekaran bi taybetî bang kiribûn ku 14’ê Tîrmehê di salvegera 231’ê ya Şoreşa Fransayê de bi daxwaza “azadî, wekhevî û biratiyê” çalakî bê lidarxistin.

Çalakgeran diyar kirin ku vîrûsa kujer Covîd-19 nîne, nelirêtî ye.

Netanyahû bi nelirêtî, sextekarî û îstîsmarkirina pêbaweriyê tê sûcdarkirin. Tê payin ku rûniştina doza derbarê wî 19’ê Tîrmehê pêk were.


Source link

About Hooshyar

Check Also

KNK’ê xwest rojnamegerên girtî yên li Başûrê Kurdistanê serbest bên berdan

KNK’ê xwest rojnamegerên girtî yên li Başûrê Kurdistanê serbest bên berdan Source link

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *