Rêvebirîya giştî ya saxlemîya Duhokê ragihand ku 10 hilgirên nû yên Covid-19 hatine tomar kirin û 12 nexoş ji bi temamî baş bûn û ji nexweşxane hatin derxistin.
Dr. Arif Hito bal dikşîne ku berdewamîya hebûna vîrusê korona kartêkirineke rastexwe li derûnîya civakê dike.
“Bandora karantînkirinê dibe egera bêkarîyê li malê û ew ji dibe egera bêzarbûnê û bêzarbûn ji dibe egera peydabûna arîşeyên malbatî û civakî.”
Hêjayî bîrxistinê ye ku li parêzgeha Duhokê 291 nexweş bi korona ketine û 196 ji wan qenc bûne û 95 kesên din jî di bin çareserîyê de ne.
Source link