Li Duhokê 10 Hilgirên Nû yên Covid-19 Hatin Ragihandin

Rêvebirîya giştî ya saxlemîya Duhokê ragihand ku 10 hilgirên nû yên Covid-19 hatine tomar kirin û 12 nexoş ji bi temamî baş bûn û ji nexweşxane hatin derxistin.

Dr. Arif Hito bal dikşîne ku berdewamîya hebûna vîrusê korona kartêkirineke rastexwe li derûnîya civakê dike.

“Bandora karantînkirinê dibe egera bêkarîyê li malê û ew ji dibe egera bêzarbûnê û bêzarbûn ji dibe egera peydabûna arîşeyên malbatî û civakî.”

Hêjayî bîrxistinê ye ku li parêzgeha Duhokê 291 nexweş bi korona ketine û 196 ji wan qenc bûne û 95 kesên din jî di bin çareserîyê de ne.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Biden Ser Şerê Îsraîl û Filistînê Banga Agirbestê Dike

Serokê Amerîka Joe Biden bi Serokwezîrê Îsraîl Benjamin Netanyahu re axifî. Biden ji Netanyahu re …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *