HDP’ê li ser ‘dijminatiya li Kurdan’ a dewletê raporek amade kir

“Rapora dijminatiya li Kurdan” ji aliyê Alîkarê Hevserokên HDP’ê yê ji Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê Berpirsyar Umît Dede û Parlamentera HDP’ê ya Enqereyê Fîlîz Kerestecîoglû ve li Enqereyê bi civîneke çapemeniyê hate eşkerekirin.

Di raporê de qala polîtîkayên dewletê yên dijminatiya li Kurdan tê kirin, ku di nava 3 mehên dawî de hatin meşandin.

Çend ji tespîtên di raporê de hatin kirin wiha ne:

– Kurd û mûxalîf hîn jî dibin hedef

– Desthilatdariya AKP’ê ne li dijî şewbê, lê belê li dijî kesên weke wan nafikire têkoşiya

– 14 şaredariyên HDP’î hatin desteserkirin û qeyûm li şûna wan hate danîn

– Kampanya HDP’ê ya piştevanî û alîkariyê hate krîmînalîzekirin

– Li 84 kesî kiryarên xerab û êşkence hate kirin

– 387 kes hatin destgîrkirin, 93 kes hatin girtin

– 13 goristan hatin xerakirin, 282 cenaze li qiraxa rê hatin veşartin

– Li girtîgehan maske, ava germ, madeyên xwarinê û malzemeyên hîjyenê nehatin dayin

– Di serî de girtiyên siyasî bi sed hezaran girtî li girtîgehan di nava lepên mirinê de hatin hiştin

– Herî kêm 70 jin ji aliyê mêr ve hatin kuştin

– Ji 93 fezlekeyên hatin amadekirin 84 ji wan li dijî parlamenterên HDP’ê bûn

– Wargehên sivîlan hatin bombekirin, tenê di nava 10 rojan de 9 sivîlan jiyana xwe ji dest dan

Umît Dede di civîna çapemeniyê de axivî û diyar kir ku di dema şewba vîrûsa koronayê de êşkence û kiryarên xerab zêde bûn, qedexeyên derketina derve ji bo tundiya polîs û nobedaran weke hincet hate bikaranîn.

Umît Dede ragihand ku di dema şewbê de tevî ku hikumetê mayina li malê ji bo mirovan teşwîq dikir, lê belê operasyonên destgîrkirinê ranewestand.

Hate ragihandin ku ji 387 mirovên di vê demê de bi rengekî nehiqûqî hatin destgîrkirin 93 jê hatin girtin.

Li ser rewşa li girtîgehan Umît Dede ragihand ku AKP’ê jiyan bêhtir li girtiyan tengav kiriye, pêwendiya bi derve re, her wiha serdana xizmên girtiyan û parêzeran bi temamî ji holê rakiriye.

Umît Dede destnîşan kir ku li gel astengkirina çalakiyên civakî yên girtiyan, her wiha rojname û pirtûk jî ji wan re nehatiye dayin û pêşî li tedawiya girtiyên nexweş hatiye girtin.

Umît Dede bi bîr xist ku di serî de girtiyên siyasî bi sed hezaran girtî di nava lepên mirinê de hatin hiştin û got, “Rojnamevan, xwendekar, parêzvanên mafên mirovan, girtiyên di ser 65 salî re,g irtiyên nexweş, jinên bi zarok û siyasetmedarên Kurd bûn hedefa cihêkariyeke mezin. Di vê demê de 3 girtiyên nexweş nehatin berdan, lewma jiyana xwe ji dest dan. Bi sedan girtî jî bi vîrûsa koronayê ketin.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku vê demê polîtîkayên şer girantir bû û hate gotin, “Polîtîkaya şer a ku desthilatdarî li herêmê dimeşîne neguherî. Li herêmên ku Kurd lê ne qedexeya derkretina, derve, ragihandina herêmên bi ewlekariya taybet û leşkerî, şewitandina daristanan, kuştina sewalan, astengkirina çêrandina heywanan, serdegirtina malan, êşkenceyên hatin kirin, careke din nîşan da ku desthilatdarî polîtîkayên salên 1990’î dubare dike.”

Di daxuyaniyê de êrişên li ser Başûrê Kurdistanê jî hatin bibîrxistin û hate gotin, “Li aliyê din li Herêma Kurdistanê ya Federe operasyona leşkerî dest pê kir û bombardûman li warê sivîlan hate kirin. Li gorî agahiyên di çapemeniyê de hatin weşandin, tenê di navbera 17 û 27’ê Hezîranê de herî kêm 9 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.”

Fîlîz Kerestecîoglû jî destnîşan kir ku ew parvekirina van kiryarên binpêkirina mafên mirovan girîng dibînin û got, “Hêviya me ya ji bo avakirina welatekî demokratîk, wekhev, azadî û aştiyane mîna doh îro jî heye.”


Source link

About Hooshyar

Check Also

ALFABEYA KURDÎ YA BI LATÎNÎ…

ALFABEYA KURDÎ YA BI LATÎNÎ… 1925; Wergera vê dokumenta hanê(ji nivisa Têmûrê Xelîl); ”Ez bi …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *