Cezayê girtîgehê yê li Mizrakli hate birîn, hate pejirandin


Hevşaredar Mizrakli bi fermana Wezareta Karên Hundir di 19’ê Tebaxa 2019’an de ji wezîfeyê hatibû dûrxistin û qeyûm li şûna wî hatibû bicihkirin.

Li dijî Selçûk Mizrakli di çarçoveya îdîayên îtirafkar Hîcran Berna Ayverdî de bi îdîaya “endametiya rêxistinê”, li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê doz hatibû vekirin û 9’ê Adarê 9 sal 4 meh û 15 roj cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.

9’emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Edliyeyê ya Herêmê ya Amedê ev ceza pejirand. Dadgehê daxwaza Mizrakli ya berdanê red kir.

Parêzerên Hevşaredar Mizrakli ji bo temyîzê wê serî li Dadgeha Bilind bidin.


Source link

About Hooshyar

Check Also

SBS Language | Vaksînlêdana li Australya dê çawa dest pê bibe?

Australya dê di maweya çend hefteyan de dest bi vaksînlêdana hinek kesên xwe yên herî …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *