Rêveberiya Rojava çekdarkirina zarokan red kir: Dûrî rastiyê ye


PeyamaKurd – Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê li ser nûçe û raporên derbarê çekdarkirina zarokan de daxuyaniyek belav kir. Rêveberiya Xweser çekdarkirina zarokan red kir û got,y ew nûçe  ji rastiyê dûr in.

Nivîsgeha Parastinê ya Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê bersiva îdiayên derbarê biçekirina zarokan da û wiha got:

“Careke din dezgehên çapemeniyê yên ji bo qezenckirina pereyan dixebitin nûçeyên ne rast belav dikin û tewanên derewan li dijî Rêveberiya Xweser û saziyên wê nîşan didin. Li ser vê yekê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştrast dike ku ew rêzê ji hevpeymanên navnetewî û pîvanên qanûna navnetewî ya mirovî digire. Di heman demê de îdiyên qaşo Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê belav dike, diderwînin.”

Di daxiyaniyê de hat diyarkirin: “Têkildarî mijara biçekkirina zarokan, em ji raya giştî re piştrast dikin ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevpeyman û lihevkirinên ku bi civaka navnetewî re îmze kiriye pêk tîne. Ji wan hevpeymana ku di 29`ê Hezîrana 2019`an de bi Neteweyên Yekbûyî (NY) re îmze kiriye, ku teqeziyê bi bidawîkirin û qedexekirina biçekkirina zarokan dike.”

Nivîsgeha Parastinê ya Rêveberiya Xweser dibêje; “Em dibînin ku nûçeya der barê biçekkirina zarokan de,  ji rastiyê dûr e û ji holê rakirina destkeftiyên ku hêzên me li dijî terora cîhanî bi dest xistine û fedekariyên ciwan û şehîdên me, armanc dike.”

Rêveberiyê da xuyakirin: “Di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de qanûna erka xweparastinê heye, ku madeya 14an a qanûnê erka leşkeriyê li ciwanên di bin 18 saliyê re qedexe dike.”

Rêveberiya Xweser destnîşan kir, “Saziyên Rêveberiya Xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û saziya leşkerî di nav de, hemû sîstem û qanûnên navnetewî bi cih tîne. Di demekê de ku rejîma Tirkiyê û çeteyên wê zarokên Sûriyê dişînin mirinê li Lîbyayê û rewşa malbatên wan a aborî bi kar tîne. Qaşo yên xwe wekî alîgirên mafên mirovan bi nav dikin li şûna ku van kiryaran eşkere bikin, derew û tewanbariyên belav dikin.”

Hêjayî gotinê ye, ev daxuyanî piştî nûçe û îdiayên ku hêzên ser bi Rêveberiya Xweser û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) zarokên di bin 18 saliyê re bê razemediya xwediyên wan direvînin û biçek dikin hat belavkirin ku Rêveberiya Xweser van nûçeyan red dike.


Source link

About Hooshyar

Check Also

KNK’ê xwest rojnamegerên girtî yên li Başûrê Kurdistanê serbest bên berdan

KNK’ê xwest rojnamegerên girtî yên li Başûrê Kurdistanê serbest bên berdan Source link

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *