Komîteya Rêveber a PKK’ê daxuyaniyek da di şexsê Mehmet Hayrî Durmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek ên avakarên rûmet û serketinên hemû şehîd bi rêzdarî û minet bibîr anî û got: “Em dikevin sala 39’an a sala serketinê. 38’emîn salvegera Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê a çalakiya herî dîrokî û mezin a dîroka Kurdistanê silav dikin. Di serî de Roja Rûmetê ya Netewî ya 14’ê Tîrmehê li Rêber Apo, hemû hevrêyên xwe yên partiyê, gel û dostên xwe pîroz dikin.”
PKK’ê diyar kir ku wê di sala 39’an a berxwedanê de wê bi ruhê 14’ê Tîrmehê hê bihêztir şer bikin û hê zêdetir destketiyan bi dest bixe.
Komîteya PKK’ê bal kişand ser van xisûsan:
“Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê dewama Berxwedana Newrozê ya Mezlûm Dogan a li dijî rejîma leşkerî ya faşîst a 12’ê Îlonê ya li Zindana Amedê, Berxwedana Çaran a bi pêşengtiya Ferhat Kurtay de pêk hat, rejîma 12’ê Îlonê têk bir û serketinekî îdolojîk a dîrokî ku bê navber dom bike, bi serxist. Li dijî siyaset û hişmendiya qirker a Tirk ku temsîla darbeya faşîst-rejîma 12’ê Îlona 1980’ê hebûna Kurdan a ji aliyê PKK’ê ve dihate temsîlkirin, netêkbirina xeta demokrasî û azadiyê û hêza bidestxistina serketinê, derxist holê.
Xeta fedayî ya Şoreşa Azadiya Kurdistanê ku weke çalakiya berxwedanê ya di bin şertên herî giran û zehmet ên dîrok de pêş ket, zorî û astengî hatin derbaskirin, bi şêweyekî serketinê esas digirt, usul û tempo ava kir. A yek ji berxwedana zindanan a dîrokî ya mirovahiyê ya herî bi wate ye, tarîtiya 12’ê Îlonê ronî kir û biryardariya jiyana azad a hembûnê ya gelê Kurd derxist holê. Rûmeta netewî, vîn, cesaret û fedekarî bi Kurdan da qezençkirin.
38 sal in bi pêşengtiya Rêber Apo têkoşîna azadî û hebûnê ya gelê Kurd a ji aliyê PKK’ê ve tê birêvebirin, di xeta fedayî ya Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê de derbas dibe. Tevgera Azadiyê ya me û gelê me yê welatparêz bi ruhê berxwedan û serketinê ya 14’ê Tîrmehê şer dike û bi ser dikeve. Têkoşîna 38 salî ya bi navê hebûn û azadiyê ya li Kurdistanê tê kirin, bidestxistina her serketinekê îmzeya Berxwedana 14’ê Tîrmehê heye.
Ev ruh û xeta ku ji aliyê ciwan û jinên Kurdistanê ve nemir bûye, weke gava yekem a Pêngava Gerîla ya 15’ê Tebaxa 1984’an hate avêtin, serhildanên gel ên sala 1990’an derxist, Şoreşa Azadiya Jinê a weke gava azadî û şoreşgerî ya dîrokê tê dîtin, destpê kir û li ser bingehê avakirina ji nû ve ya jiyana civakî pêş dixe.
Li dijî sîstema êşkence û tecrîda Îmralî ya 22 sal e êrîşa komploya navneteweyî û nûnerên wê bi ruh û xeta 14’ê Tîrmehê li ber xwe dide. Ev ruh û xet di 38 salên dawî de bê ka çawa nayê têkbirin û rastiyeke ya bidestxistinê ye bi bûyerên jiyayî bi vekirî nîşan dide.
DIDOME…
Source link