Li Barselona 2 Cezayîr di Operasyona Dijterorê de Hatin Desteser Kirin


Polîsan li Barselonayê di operasyona dijterorîzmê da du Cezayîrî desteser kirin

Polîsên Katalonî ragihand ku du zilamên Cezayîrî di encama operasyonke dijîterorîzmê de li bajarê Barselona hatin desteser kirin.

Her du Cezayîrî beşek ji hucreyê bûn ku di sala 2017’an de di bin lêpirsînê de bûn.

Polîsên herêmî yên Katalonî di daxuyaniyekê de got ku plana wan kesan ew bû ku bi teqemenîyê êrîşekê li Barcelonayê bikin. Wan herwiha da zanîn ku ew hucre nûke bi tevahî hatiye hilweşandin.

“Lêpirsînê cîhên hucreya terorîstan plan dikir ji me re nîşan da. Herwiha, bû alîkar ku em bizanîn ew tor çawa destpê kiribû ku bigiheje kapasîteya çêkirina teqemenîyê û destxistina çêkên şer yên bo pêkanîna êrîşan.”

Çalakîyên komên cîhadî yên dijî polîsên Îspanî di asteke bilind de dimîne, piştî ku mîlîtanên Îslamî di Tebaxa 2017’an de, li ser bulvara Ramblas ya Barselonayê, bi pîqabekê êrîş biribin ser peyayên û dû ra êrîşeke dijî şaredarîyeke din pêk anîbûn û 16 kes kuştin.

Polîsan di meha Gulanê de zilamek Mexrîbî li Barcelona girtibû ku têkilîyên gumanbar bi Devleta Îslamî hebûn û plana êrêşek mîlîtanî dikir.

Li gor pêzanînên wezerata navxwe ji destpêka îsal heta 15’ê Tîrmehê bi tevahî 16 şervanên cîhadî yên gumanbar hatine girtin.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Huner Giyanê Min Zelal Dike

Hunermenda şêwekar Nesrîn Mehmûd yek ji nimûnên serkeftina jinên kurd e li dervî welêt, ku …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *