HDP: AKP darbeya sîstematîk li civakê dike


HDP’ê li ser desteserkirina Şaredariya Diyadînê daxuyaniyeke niviskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ”Vê sibehê di êrîşên destgîrkirinê de yên li Amedê û Dîlokê Hevserokê me yê Bajêr ê Dîlokê Mûsa Aydin, rêveber û endamên me, Berdevk TJA’yê Ayşe Gokkan, nûçegihan, aktivîstên têkoşîna jinan jî di nav de ji 50’î zêdetir kes hatin destgîrkirin.”

”Van kirinan, êrîşên rejîma Nazî ya li ser Yahûdiyan, sosyalîst û muxalîfan jî derbas kriiye.  Ya ku hatî kirin, li dijî hin beşên civakê yên diyar êrîşên ‘qirkirina siyasî’ ne” û desteserkirina Diyadînê hate destnîşankirin.

Di daxuyaniyê de ya Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê got tirsa AKP ya tinekirinê mezin dibe, ”Ev hemû tiştên ku dike destpêka dawîbûna wê ye.”

Her wiha hate gotin ew ê bi paş ve gav neavêjin û jiyana civakî ava bikin.


Source link

About Hooshyar

Check Also

DENGBÊJA GELÊRÎ FATIMA ÎSA – RiaTaza

Prîskê Mihoyî, rojnamevanê emekdar yê Komara Ûdmûrtyayê (Rûsya)   Navê Fatima Îsa ne tenê li …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *