Di Pevçûnên Navbera Azerbeycan û Ermenistanê de Îro 10 Kes Hatine Kuştin


Di roja sêyan a pevçûnên ser sînorê Azerbaycan û Ermenistanê de 7 leşkerên Azerî, kesekî sivîl û 2 karmendên Ermenî îro Sêşemê hatin kuştin.

Cîgirê wezîrê berevanî yê Azerî Kerem Veliyev got ku di nav leşkerên wan yên kuştî de 2 serbaz jî hebûn, lê wan darbeyeke giran li dijminê daye.

Wezareta Berevanî ya Ermenistanê jî ragihand ku du serbazên wan di pevçûnan da hatine kuştin.

Berdevika wezareta derve ya Ermenistanê Anna Naghdalyan jî got ku bajarokê Berd ya nêzîkî sînor hatiye topbaran kirin, lê hêzên Ermenî bingehên Azerî, ku êrîş li ser wan kirine, rûxandine.

Hem Azerbaycanê, hem jî Ermenistanê ragihand ku şerê ku roja Yekşemê destpê kiriye, heta îro Sêşemê didome û her du alî jibo binpêkirina agirbestê hevdu tawanbar kir.

Her du alî ji salên 1990’an vir ve li ser herêma Nagorno- Qarabaxa Çîyayî şer dikin û her yek jî îdia dike ku ew herêm beşek ji axa wê ye.

Pevçûnên herî dawî li derdora herêma Tavuş li bakurê rojhilata Ermenistanê çêbûye ku nêzîkî 300 km ji Qarabaxê dûr e.

Rûsyayê ji her du alîyan xwest ku êrîşên xwe rawestînin. Berdevikê Kremlînê Dmitry Peskov jî ji rojnamevanan re got ku Moskow amade ye ku navbeynkarîyê bike.

Du komarên Sovyeta berê, Ermenistan û Azerbaycan, demeke dirêj e ser herêma Qarabaxa Çîyayî di nav pevçûnan de ne. Ew herêm ji Azerbaycanê veqetîyabû, lê piranîya wê derê Ermenî ne.

Qarabaxa Çîyayî li Azerbaycanê ye, lê ji alîyê Ermenîyan ve tê rêve birin. Gava Yekîtîya Sovyetê di sala 1991’an de hilweşîbû, Ermenîyên wê derê serxebûna xwe ragihandibû.

Tevî ku agirbestek di sala 1994’an da hatibe pejirandin jî, Azerbaycan û Ermenistan jibo pevçûnên li derdora Qarabaxê û ser sînorê Azerbaycan û Ermenistanê bi berdewamî hevdu tawanbar dikin.


Source link

About Hooshyar

Check Also

NAVEROKA HEVDÎTINA OFÎSA PÊWENDIYÊN DERVE Û DIBLOMASÎ YA ENIYA AŞTÎ Û AZADÎ BI WEZARETA DERVE YA JAPONÊ RE …

Di roja çarşemê 5ê gulanê sala 2021ê de,Ofîsa pêwendiyên derve û diblomasî …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *