Bo destpêkirina geştên esmanî wê civîn bê lidarxistin


PeyamaKurd – Bo destpêkirina geştên esmanî, Rêveberiya Balefirgeha Navdewletî ya Hewlêrê, bi Rêveberiya Beşên Balefirvaniyê dicive.

Li gor zanyariyan, îro 13.07.2020an da, Rêvebera Balefirgeha Navdewletî ya Hewlêrê Telar Fayeq bi hemû rêveberên beşên pasaport, tenduristî û asayîşa balefirgehê ra , di derbarê amadekariyan da dê bicive, ku geştên esmanî di dema xwe da dest pê bikin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hejmarek rênmayiyên taybet di derbarê geştên esmanî da daniye, herwiha tedbîr hatine girtin bo ku geşt dest pê bikin.

Biryare îro 13.07.2020an, di saet 12:00an da, Rêveberiya Balefirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê, bi civîneke çapemeniyê ve hûrgilî û tedbîran aşkera bike bo destpêkirina geştên esmanî.


Source link

About Hooshyar

Check Also

LO dixwaze cardin gotûbêjan bi Rêxistina karbidestan re bike – Radio Sweden Kurdish – ڕادیۆی سوید – Radyoya Swêdê

◦ Federasyona sendîkayên karkeran LO dixwaze cardin bi rêxistina swêdî ya karbidestan Svenskt Näringsliv re …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *