Tirkîyê Pêşbîniyên Agirbestekê li Lîbyayê Red Dike

Tirkîyê îro Duşemê pêşnîyara agirbesteke li Lîbyayê red kir, bi sedema ku ew feyde li hevbenda wê nake.

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu got ku peymaneke ku alîyên pevçûnên niha didome, wergire dê ji hikûmeta Lihevhatina Netewî ya Lîbyayê re feyde nede.

Çavuşoglu ​di hevpeyvînekê televîzyona dewletê ya TRT Haber de, got ku berî ku ew jibo agirbestek razî bibin, divê bajarê beravî Sirte û bingeha esmanî Jufra were ji GNA re were vegarandin .

Li ser pirsa îhtîmala operasyonekê li ser Sirte ya ku di bin kontrola Artêşa Netewî ya Lîbyayê (LNA) de ye, Cavusoglu got ku ji bo çareserkirina pirsgirêkê hewildanek diplomtîk heye.

“Amadekarîyên jibo operasyonêkê hene lê em bo maseya danûstandinê hewl didin. Heke vekişandinek çê nebe, jixwe amadekarîya leşkerî heye, ewê (GNA) li vir hemû biryardarîyê nîşan bide, ”wî got.

Herwiha Çavuşoglu îro Duşemê dîyarkir ku di çerçova peymana navbera Tirkîyê û Lîbya de, Tirkîyê dê li herema rojhilat ya Derya Sipî de jibo çavkanîyên xwezayî dest bi vekolîna sîsmîk û xebatên sondajê bike. Çavuşoglu bahsa dema destpêkirinê nekir.

Wezîr Çavuşoglu destnîşankir ku Tirkîyê jibo parvekirina bi kampanîyên ji welatên sêyan yên wekî Îtalya, Brîtanya, Amerîka û Rûsya vekirî ye.

Piştî ku Tirkîyê alîkarîya GNA kir, Artêşa Netewî ya Lîbyayê (LNA) ya Xelîfa Heftar, di şerê kontrolkirina Trablusê ya ku 14 mehên didome de, paşve diçe.

Li gor ragihandina Seroktîya Tirkîyê îro Duşemê SerokTayyîp Erdogan bi telefonê bi serokê Rûsya Vladimir Putin re axifîye.

Her du serokan li ser şerê li Lîbya û li Sûrîyê nîqaş kirine, ku her du jî piştvanîya alîyên dijber dikin. Lê, pirtir hûrgilîyên hevdîtinê nehtîye dîyarkirin.

Tirkîyê û GNA sala borî jibo destîşankirina sînorên wan welatan peymanek deryayî îmza kirin.

Enqere dibêje ku ev peymana ji beravên Tirkîyê ya başûr heya beravên bakurê rojhilata Lîbyayê herêmek taybet ya aborî ava dike û mafên çavkanîyên xwezayî ya li rojhilata Derya Sipî diparêze.

Wezîrê Enerjî yê Tirkîyê Fatîh Donmez di meha Gulanê de ragihandibû ku sazîya Petrolê ya Tirkîyê (TPAO), serlêdana destûrnameyek lêgerîna li rojhilata Derya Sipî kiriye û dibe ku di nava sê an çar mehan de dest bi vekolîna petrola ya li herêmê bike.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Dastanên Dengbêjîyê – Lawikê Simoqîyan (Youtube)

Dastanên Dengbêjîyê – Lawikê Simoqîyan (Youtube) Source link

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *