Qezaya otobusê ya li Çînê ‘bi zanebûn’ hatibû kirin


Draman li Çînê 7’ê Tîrmehê li bajarê Anshûn ê wîlayeta Gûîzhoû ku li başûrêrojava ye qewimî.

Di otobusê de xwendekarên lîseyê hebûn ku ezmûna dîplomayê kiribûn. Dîmenên ku bi kamerayên çavdêriyê hatine kişandin û ji aliyê rayedaran ve hatin weşandin, nîşan dide ku wesayit ji nişka ve berê xwe diguherîne, dikeve rêya çewt, li bendên kêleka rê dixe û piştre dikeve nava golê.

Di encama lêpirsînê de eşkere bû ku ajokarê otobusê M.Zhang ê 52 salî “ji jiyana xwe ne kêfxweş bû”, roja ku dram qewimî “agahiya li ser hilweşandina mala xwe ya kirêkirî” wergirt. Li gorî polîsên Anshûnê, ajokar beriya ajotinê alkol jî vexwaribû.


Source link

About Hooshyar

Check Also

LO dixwaze cardin gotûbêjan bi Rêxistina karbidestan re bike – Radio Sweden Kurdish – ڕادیۆی سوید – Radyoya Swêdê

◦ Federasyona sendîkayên karkeran LO dixwaze cardin bi rêxistina swêdî ya karbidestan Svenskt Näringsliv re …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *