Hikûmeta Kurdistanê di civîna taybet a Wezareta Pêşmerge de çend biryarên girîng standin

PeyamaKurd Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi riya vîdyokonferansekê seroktiya civîneke taybet bi proseya çaksaziyê ya li Wezareta Pêşmerge kir. Di civînê de hejmarek biryar di çarçoveya çaksaziyên bo Wezareta Pêşmerge û hêzên Pêşmerge de hatin wergirtin.

Di civînê de, serokwezîr pesnê rola Pêşmerga ya di parastina Herêma Kurdistanê û tevahiya qonaxan de da.

Wezîrê Pêşmerge di civînê de, behsa pêngavên birêveçûna proseya çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge û pêwîstiyên bicihkirin û serxistina wê proseyê kir.

Piştî guftûgoya li ser mijarên pêwîst bi çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge, ji aliyê beşdaran ve biryar hat dayîn, li gor planeke demî hemû ew babetên bi çaksaziyê ve girêdayî ne werin bicihanîn; yên di warê yekxistin û rêkxistina yekîneyên jimaryariyê, rêkxistina heykeliyet, mîlakê wezaretê, pileyên serbazî, babetên xaneşînê, dosya şehîdan û kêmendaman li gor yasaya çaksaziyê û projeya hevbeş a Hevpeymanan û Wezareta Pêşmerge.

 


Source link

About Hooshyar

Check Also

Li bakurê Kurdistanê û Tirkiye 17 partî tevlî hilbijartina dibin

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê Dezgehê Hilbilbijartinê ya Bilind, navê partiyên ku bikaribin tevlî hilbijartina …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *