HBDH: Divê em îro bêtir bibin Kemal û Hayrî


Komîteya Rêveber a HBDH’ê bi wesîleya salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di 12’ê Îlonê de cûntaya faşîst a leşkerî li ser gelê me serdemeke tarî da jiyîn. Bandora herî giran a ku dixwestin mirovan bêdeng bikin û bê nefes bihêlin, li zindanan pêk hat. Zilmeke tijî êşkence pêk hat. Ji bo ku fikra şoreşger, pêşverû û welatparêz were bêdengkirin û îradeya şoreşger were şikadin, êşkenceyên hovane hate kirin. Serokên faşîst ên 12’ê Îlonê diyar dikirin ku heke şoreşger, pêşeng û rewşenbîr bêdeng bibin, wê her tişt bidome. Lê wekî wan nebû! Şoreşgeran dizanîn ku li cihê zilm hebe, berxwedan jî heqek û ev heq ji aliyê rêveberiya tijî zilm nayê stendin. Berxwedaneke wisa nîşan dan ku ev berxwedan kete nav pirtûk, helbest û belgefîlman.

JI YA XWE DANEKETIN XWARÊ

Li zindanên Metrîs, Mamak û Amedê xwestin ku şoreşgeran qir bikin. Li hemberî metodên êşkence û çokdanînê berxwedanên mezin ên dîrokî hatin kirin. Gelek şoreşgeran bi ruh û can diyar kirin ku ‘Teslîmîyet îxanet e, berxwedan jî azadî ye’ Berdêlên mezin dan, di bin êşkenceyê de li ber xwe dan. Wan tu carî dev ji şoreş, azadî û sosyalîzmê bernedan.

Li Zindana Amedê êşkenceyeke herî mezin hate kirin. Li zindanên Amedê hate xwestin ku fikra şoreş û sosyalîzmê were xeniqandin. Berxwedana Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê wekî çalakiyeke dîrokî bû. Dihat wateya helwesta bidawîkirina zilma tijî êşkence. Li ser axa ku zilmê ew ziwa kiriye, Berxwedana Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê bi darikekî niftikê agirê azadiyê geş kiriye. Bidawîbûna rojên tijî teslîmîyet û destpêka rojên tijî azadî ye.

ROJA KU ZILM TÊK ÇÛ’

Di demekê de ku her tiştên bi navê mirovahiyê bi êşkenceya giran dîl dihate girtin û bêhn lê dihate çikandin, komek ji şoreşgerên bi rûmet li ber Dehaqên zalim rabû.

Li refên herî pêş ên çalakiya dîrokî, pêşengên fedayî hebû ku digotin ‘Li ser kêla min deyndar e binivîsînin’ û di rêwîtiya dawî de ji zaliman re digotin ‘Bihêlin ez li gel hevalên xwe bimirim’. Fermandar Kemal Pîr û pêşengê zane M. Hayrî Dûrmûş hebû. Şoreşger Alî Çîçek û Akîf Yilmaz hebûn. Li pey wan gelek berxwedêrên bênav, bê hejmar hebûn. 14’ê Tîrmehê ew roj e ku zilm hatiye têkbirin.

Milîtaniya fedakar ew e ku di nava her şert û mercî de ya girîng û bingehîn bi cih bîne. Berxwedêrên rojiya mirinê ya 14’ê Tîrmehê bi baweriya hatina rojên azad bedena xwe dan ber mirinê. Berxwedana rojiya mirinê xewn û xeyalên azadiyê pêl bi pêl li çar aliyên dinyayê belav kir. Berxwedana zindanan ji bo yên li çiyê ji bo azadiyê şer dikin bû çavkaniyeke mezin a sûdwergirtinê. Biryardarî, ruhê êrişê xurtir bû û agirê azadiyê bêhtir gur bû.

Eşkere ye ku azadî bi gotinê bi dest nakeve. Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê biryardarî û hêviyeke bêdawî ya şoreşgeriyê ji dinyayê re hiştin.

‘ROJ ROJA KEMALBÛN, HAYRÎBÛNÊ YE’

Îro hêza faşîst a AKP-MHP’ê hewl dide mîna Enver Paşa welêt bi rê ve bibe. Hewl dide jinan, ciwanan, karkeran, gundiyan, Kurd, Elewî, rewşenbîr, parêzeran bi zilmê û birçîbûnê terbiye bikin. Karker, bindestên ji her beşên civakê li kar, nan, edalet û azadiyê digerin.

Îro ji her demê bêhtir pêwîstî bi Kemalbûn, Hayrîbûnê heye. 14’ê Tîrmehê tê wateya belavkirian hişmendî û biryardariya berxwedanê li çiyê, bajaran, qadan û kolanan. Eger edalet û azadî nebe wateya jiyanê jî nîne. Dem ew dem e ku ji her demê û ji her kesî bêhtir bibe Berxwedan, bibe çalakî. Dema wê yekê ye ku biherikin kolan û qadan û li dijî dagirkeriya dewleta TC a li Heftanînê, li binê ala şoreşger a yekbûyî têbikoşin.”


Source link

About Hooshyar

Check Also

ئه‌مـڕۆ له‌ مـێژوودا

929: عبدالرحمن الناێر،له‌ قورتوبه‌ خۆی راده‌گه‌یه‌نێت بۆ موسڵمانان كه‌ دامه‌زرێنه‌ری خه‌لافه‌تی قورتوبه‌یه‌. 1595: له‌ته‌مه‌نی (49)ساڵیدا …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *