Almanya Xemgînîya Xwe ya ser Biryara Tirkîyê ya Derheqa Ayasofya Radigihîne


Hikûmeta Almanî ragihand ku ew xemgîn bûye ku Tirkîyê biryar da ku ya muzexaneya Ayasofya vegerîne mizgeftekê.

Berdevkekî hikûmeta Almanî li Berlînê got ku ewê pêşketinên bi Ayasofya re peywendîdar ji nêzve bişopînin.

Berdevkekî wezareta çandê jî got ku divêbû hikûmeta Tirkîyê berî guhertina statuya cîhekî wek Ayasofya, ku di nav lîsta mîrasên cîhanê de cîh digire, bi UNESCO re bişêwirîya, lê ew yek pêk nehat.

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ragihandibû ku ewê Ayasofya di 24’ê Tîrmehê de bi nimêja Înê bo îbadetê vekin.

Wezareta Çandê ya Yunanistanê roja Înê ragihandibû ku biryara dadgeha Tirk ya derheqa muzexaneya Ayasofya ji cîhana nûjen û pêşverû re provoksyoneke zelal e.


Source link

About Hooshyar

Check Also

توركیا كێشه‌كانی له‌ناو خاكی وڵاته‌كه‌یدا چاره‌سه‌ر بكات

لیژنه‌ی په‌یوه‌ندییه‌كانی ده‌ره‌وه‌ی نوێنه‌رایه‌تی، ئه‌مڕۆ شه‌ممه‌ 8ی ئایاری 2021 به‌رده‌وام بوونی بۆردومان و هێرشه‌ به‌رده‌وامه‌كانی …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *