RINDIK: Îro min dûzaneke baş da hewşê

Îro min wek xortekî karkir zend û bendên xwe vemaltin,
rahîşt meqes û tirmixa xwe û dehla (sênca, devîya) dora hewşê birrî, dûzaneke xweşik dayê. Bûbû wek porê dîna. Nuha xweşiktir xuya dike. 


Min birrî û xanimê jî çiqil û çulo avêt. Yanî ne ez tenê, ew jî xebitî. Lê helbet karê giran dîsa min kir…


Min pê ra negîhand aliyê hundur hewşê jî biqedînim. Ew ma rojeke din. Baranê
dayê. Aliyê hewşê jî bi xêr ezê rojeke din bikim. Meriv karkir be rojên Xwedê
pir in.


Bêxwediya sêncê dirêj e, 50 dar in û pir jî bilind bûye, hildikşim ser
nêrdiwanê û dibirim.


Ez ji we ra bibêjim ne karekî rehet bû, tam du sateen min girt. Meqes jî kêmanî
5 kg giran bû, ez gelkî westiyam. Lê nuha gelkî xweşiktir xuya dike.


Source link

About Hooshyar

Check Also

ANF | Kurdistan bi berfê xemla xwe girêdaye

Li Kurdistanê berf û şilî ye. Li Colemerg, Erzerom, Agirî, Îdir û Qersê ji ber …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *