Li Şehbayê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn


Ji bo bîranîna şehîdên berxwedana zindanan û Şoreşa 19ê Tîrmehê, Yekîtiya Êzidiyan û Yekitiya Jinên Êzidî yên kantona Efrînê li Kampa Berxwedan a kantona Şehbayê daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji hêla endama Yekîtiya Jinên Êzidî Rûxaş Cindo û endamê Yekitiya Êzidiyan Esed Marko ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

Şoreşa Kurdistanê bi hêviyên mezin ku banga azadî û demokrasî û bi berxwedana gelê me ya bêhempa dest pê kir. Şoreşa yekem di 14`ê Tîrmehê bû. Hevalan di girtêgehên dewleta Tirk a faşîst de bi çalakiya birçîbûnê ya bêdorveger li ber xwe da û zincîrên ku dewleta Tirk û pergala wê ferz kiribûn, şikandin. Her wiha destnîşan kirin ku têkoşîna azadiyê li Kurdistanê bi bin nakeve.”

Girêdayî heman mijarê sînevîzyonek têkildarî berxwedana 14`ê Tîrmehê a zindana Amedê li ser Dika Çiyayê Kurmênc a navçeya Ehdasê hate pêşandan.

Di destpêka çalakiyê de endama Meclisa Kantona Efrînê Zelox Bekir behsa berxwedana pakrewanan a di girtîgehan de kir û got: Pakrewanan zordariya dewleta Tirk a faşîst li dijî wan, red kir û li ber xwe da. Piştre berxwedana wan a bêhempa li tevahiya cîhanê deng veda.”

Piştre fîlmek li ser berxwedana pêşengên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, Xeyrî Durmuş û Akîf Yilmaz hate pêşkêşkirin.

Meclisa Kantona Efrînê wê heman çalakiyê heta 15`ê Tîrmehê li hemû navçeyên kantona Şehbayê li dar bixe.

 


Source link

About Hooshyar

Check Also

Her bingehek leşkerî dê aramanca êrîşên me be

Enstitûya Karên Ewlehiya Netewî ya Îsrail her sal konferansek nevnetewî li dar têxe. Îsal jî …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *