Li Iraqê operasyoneke berfireh li dijî DAÎŞ’ê dest pê kir


Artêşa Iraqê li bejahiya Diyalayê li dijî DAÎŞ’ê dest bi operasyoneke berfireh kir.

Bi sedan leşker tevlî operasyonê dibe ku li 4 herêman tê meşandin.

Berdevkê Artêşa Iraqê Yehya Resûl li ser operasyonê daxuyaniyek da û diyar kir ku hêzên koalîsyona navneteweyî jî bi balafirên şer tevlî operasyonê bûne.

Li herêma Xaneqînê ku operasyon lê dimeşe, mayinek teqiya û 5 endamên Haşdî Şabî birîndar bûn.

Di operasyonê de doh 5 çeteyên DAÎŞ’ê hatibûn kuştin.


Source link

About Hooshyar

Check Also

كه‌ركوك.. چه‌ند مۆڵگه‌یه‌كی داعش خاپوور ده‌كرێن

وه‌زاره‌تی به‌رگری، ئه‌مڕۆ شه‌ممه‌ 8ی ئایاری 2021 خاپووكردنی میوانه‌خانه‌یه‌ك و كه‌ره‌ڤانه‌یه‌كی گرووپی تیرۆرستی داعشیان له‌پارێزگای …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *