Kêmkirina mûçeyan ne di hundurê reforman da ye

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, kêmkirina mûçeyan ne di hundurê reforman da ye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li Silêmaniyê tevlî merasîma destpêkirina çêkirina rêya 100 Metreyî bû.

Berî destpêkirina çêkirina wê pirojê, Mesrûr Barzanî gotarek pêşkêş kir. Mesrûr Barzanî piştî ku behsa projeyê kir, li ser kirîza aborî û vîrusa Koronayê jî axivî û got, kirîza aborî ya ku ji ber belavbûna Koronayê û erzanbûna nirxa neftê pêsîra cîhanê girtiye, ziyan gihandiye Kurdistanê jî. Ji ber wê jî me hewl da xwe bi vê rewşê re biguncînin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwiha got, hinek kes wisa hizir dikin ku destkarkirina mûçeyan beşek ji reforman e. Wisa nîne, ji ber ku reform piroseyeka din e. Me ji neçariyê destkariya mûçeyan kir da ku em bikarin xwe bi vê rewşê re biguncînin. Eger me wisa nekiriba me nedikarî hinek tiştên ku em niha dikin, kiriba.

Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê anî ziman ku kêmbûna dahata Hikûmeta Kurdistanê û neşandina bûdce ji aliyê hikûmeta Iraqê ve bûn sedem ku Hikûmeta Kurdistanê nikaribe mûçeyan di dema xwe da bidin. Helbet em spasiya gelê Kurdistanê dikin ku di vê mijarê de tehmûl kirin.

Mesrûr Barzanî têkestî li ser berdewambûna reforman jî kir û got, em ê li ser reformên îdarî û darayî berdewam bin. Ev kar bi şev û rojekê xilas nabe.


Source link

About Hooshyar

Check Also

فراوانتر لە چەکوشی دادگا و نزیکتر لە ترپەی دڵی دادپەروەری

ئنجا قوربان گوتەزایەکی کایەی عەسکەری ھەیە دەڵێ شەڕ زۆر لەوە ھەستیار ترە بیدەیتە دەست جەنەڕاڵەکان …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *