Êrişên qirker û dagirker li Karlstadtê hatin şermezarkirin


Kurdistanî li bajarê Karlstadt ê Swêdê daketin qadan û êrişên dewleta Tirk ên dagirkerî û qirkeriyê şermezar kirin.

Di meşê de ku ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) ve hate lidarxistin, dirûşmên “Kujer Erdogan”, “Artêşa TC a kujer ji Kurdistanê bicehime”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî PKK” hatin qîrîn.

Parlamenterê Partiya Çep Håkan Sveneling di dema meşê de axivî û diyar kir ku dewleta Tirk divê tavilê dawî li dagirkeriya xwe ya li Kurdistanê bîne û ji bo çareseriya siyasî dest bi hevdîtinan bike.

Hevserokê NCDK’ê Rashîko Abîîn jî got, “Gelê me heta dawiyê xwedî li gerîla derdikeve. Dewleta Tirk wê li Kurdistanê têk biçe.”

Çalakî bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.


Source link

About Hooshyar

Check Also

EBAS MÛSA: JINEKE LAŞQOT – RiaTaza

Weşanxaneya Lîsê bi berhemên xwe va mejûyê me dadigire “Behişt li qata heftan e û …

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *