Du ciwanên Kurd li Kerkûk û Şeqlawê da fetisîn


PeyamaKurd – Du ciwanên Kurd, do danê êvarî li Şeqlawa û Kerkûkê di avê de fetisîn.

Li gor Berdevkê Rêveberiya Tenduristiya Şeqlawa Mihemed Amokeyî ragihand, do 10.07.2020ê êvarî, di dema melevanî kirina li bendava gundê Berbiyanî ya deşta Herîr a ser bi qeza Şeqlawa da, ciwanekî bi navê Rewend Dilşad ê temen 20 salî fetisî û termê wî ji nexwaşxaneya beşa lezgîn a Herîr ra hat gehandin.’’

Berdevkê Rêveberiya Tenduristiya Şeqlawa got, herçend bi gotinên şahidên bûyerê navborî di dema melevaniyê de fetisiye jî, lê bo zanyariyên zêdetir termê wî ji bijîşkê dadî yê Hewlêrê re hat şandin.

Herwiha li sînorê Kerkûkê jî ciwanekî kurd fetisî û pişt ra termê wî ji avê hat derxistin.

Rêveberê polîsê hewarçûna Kerkûkê Mazin Xerîb ragihand, do êvarî ciwanekî Kurd ê rûniştvanê taxa Rehîmava ya bajarê Kerkûkê yê bi navê Ehmed Siûd ê temen 18 salî di bendava Koçek a li sînorê Kerkûkê fetisî.

Herwiha got, di saet 21:00ê şevê ji aliyê tîmên taybet ên melevan ve termê wî ciwanî ji avê hat derxistin.

 


Source link

About Hooshyar

Check Also

Li Pazarcixê jinek hate kuştin (Anfkurdi)

Li navçeya Pazarcixê ya Meraşê li taxa Ahmet Bozdagê Erdal Bozder, Gulendam Gozu kuşt, ku …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *