Barzanî çêkirina rêya Silêmaniyê ya 100 metre da destpêkirin


PeyamaKurd– Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Silêmaniyê, projeya rêya 100 metre bi merasimekî da destpêkirin. Di merasima destpêkirina rêya 100 metre ya Silêmaniyê de, cîgirê serokwezîr Qubad Talabanî û hinek ji wezîrên herêma Kurdistanê amadebûn.

Proje heya niha her carê dihat paşdexistin, betalkirin an rawestandin. Proje ne ya îro ya 10 sal berê ye lê heya niha nehatiye çêkirin. Projeya rêya 100 metre deh sal berê bo bajarên Silêmaniyê û Hewlêrê bo du rêyan hatiye çêkirin lê rêyên Hewlêrê ya 100 metre û ya 120 metre hatiye temamkirin lê ya Silêmaniyê mabû. Hetta niha hindik maye ku rêya 150 metre li Hewlêrê biqede û beşek wê bo çûnûhatê hatiye vekirin.

Li gor agahiya ku gihaye PeyamaKurd ê; kontrola projeyan di bin kontrola parêzgehan de têkirin. Hewlêr her diçe pêşde diçe lê halê nexweş yê ku li Silêmaniyê dertê pêşiya me, nîşan dide ku li Silêmaniyê Lahor Talabanî û der û dora wî xwedî bandorin û xizmetguzariya Silêmaniyê gelek li paş maye.

Divê raya giştî ya Kurdistanê vêya jî bizanibe ku budçeya salane ya bajarê Silêmaniyê ji budçe ya bajarên Duhok û Hewlêrê zêdetire.

Projeya rêya 100 metre ya ku li Silêmaniyê ji aliyê serokwezîr Mesrûr Barzanî de hat destpêkirin, bi dirêjahiya 146 km yane û di destpêkê de wê 32 km yên wê bê çêkirin û di 3 salan de biqede. Bo projeyê 400 mîlyar Dînarê Iraqê tê veqetandin.

Di demên dawiyê de hinek parlementerên Kurd ku piraniya wan xelkê Silêmaniyê ne, li hemberê serokwezîr Mesrûr Barzanî bi sedema ku “goya tevlî gendeliyê bûye” propoganda dikirin û dixwestin di nav xelkê de qedrê wî kêm bixin, ti carê behsa gendeliya li ser vê rêya 100 metreyan tiştek negotin, çavên xwe girtin, gendeliya mezin veşartin û mijarê binpûş kirin. Ew parlementer her ew kes bûn ku ne bi awayekî Kurdistanî lê bi fikra Iraqwarî tevdigeriyan.

Lê îro li ser mijara çêkirina rêya Silêmaniyê ya 100 metre ku diviya 10 sal berê çêbûya, ne ew lê ew Mesrûr Barzaniyê ku dixwestin wî kêmqedir bikin, dide çêkirin.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Hejmara qurbaniyên buyera Bexdadê 32 şehîd û 110 birînd

Hejmara qurbaniyên buyera Bexdadê 32 şehîd û 110 birînd Source link

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *