Pirtir li Amerîka, Brezîlya û Hîndistanê Pêketinên Nû yên Korona Çêdibin

Wezareta Saxlemî ya Cîhanê (WHO) ragihand ku li seranserê cîhanê, di 24 saetên dawî de 228,102 kes bi vîrusa korona ketine.

Ew ji destpêka şewba vîrusa korona vir ve hejmara rojane ya herî bilind e.

Agahîyên WHO raber dikin ku pirtir li Amerîka, Brezîlya, Hîndistan û Afrîqaya Başûr pêketinên nû çêbûne.

WHO dide zanîn ku rojan bi qasî 5000 kes jiber vîrusa korona jîyanên xwe ji dest didin.

Berpirsên WHO dibêjin ku ew bi şertên îro nikarin vîrusa korona biqedînin.

Yek ji pisporên WHO, Mike Ryan dîyar kir ku divê ew nehêlin ku vîrusa korona li hin herêman bi berfirehî belav be.

Ryan da zanîn ku ger ew rê li ber belavbûna vîrusa korona bigirin, pêwîstîya wan bi tedbîrên tund namîne.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Îtalya Jiber Gîrobûna Vaksîna Pfizer Û AstraZeneca Dê Gavên Yasayî Biavêje

Wezîrê Derve yê Îtalya Luigi Di Maio îro Yekşemê dîyar kir ku ewê bi sedema …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *