Parlemana Tirkiyê Yaseyeke Cihê Nakokiyê li dor Sandîkeya Parêzeran Der Dixe


Parleman Tirkiyê şeva borî pirojebiryarek pesend kir li dor jinûvesazkirina bingeha sandîkeya parêzeran, ku parêzer lê temaşe dikin wek planeka rêgirtina li serbixweyîya wan, li gor ajansa fermî ya nûçeyan, Anadol.

Partiya Dad û Geşepêdanê ya desthilatdar û hevalbenda wê partiya Tevgera Netewî, dengdan li dor vê pirojebiryarê kir.

Li gor vê yaseya nû, ji dêvla sandîkeyekê, dê bêhtirî rêxistineke parêzeran li hin parêzgehên wek Enqerê û Stenbolê bêne avakirin, û dê hejmara herî kêm a endamên van rêxistina 2,000 parêzer be.

Partiya Dad û Geşepêdanê ya serok Recep Tayyip Erdogan, dibêje dê ev biryar rikeberiya erênî di kerta yasayî de bihêztir bike û dê rê li “pêkanîna demokrasiyê” di rêxistinên parêzeran de veke.

Rikeberên Erdogan û parêzeran hewldana parçekirina sandîkeyan, ku hin ji wan rexneyan li hikûmetê dikin, şermezar kir.

Partiya Gel a Komarî, partiya sereke ya opozisyonê, ragihand ku dê di dadgeha destûrî de pêdaçûnê li dor vê biryarê bike.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Jinên HDP’î careke din pirsîn: Gulistan Dokû li ku derê ye?

Xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Dokû beriya 500 rojî herî dawî li ser Pira Dinarê hatibû …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *