‘Hêzên rejîmê li Rojavayê Kurdistanê rê li ber hêzên Amerîkî girtin û ew vegerandin’


PeyamaKurd – Hêzên rejîma Sûriyê li nêzîkî bajarokê Til Temir ê Rojavayê Kurdistanê  rê li karwaneke leşkerî ya hêzên Amerîkayê girt û ew vegerandin.

Li gorî ajansa SANA ya fermî ya Sûriyê, e ndamên rêbenda li gundê Mensefa Jêrîn li gundewarê Til Temir nerazîbûn nîşanî 3 wesayitên leşkerî yên hêzên Amerîkî dane û ew neçar kirine ku ber bi binkeyên xwe ve vegerin.

SANAyê vîdyoyek jî li ser bûyerê belav kiriye û dibêje, hêzên hikûmetê li nêzîkî bajarokê Til Temir û li gundê Mensefa Jêrîn rê li sê wesayîtên artêşa Amerîkayê girtine û ew neçar kirine ku vegerin.

Heta niha gelek caran bûyerê rêgirtinê di navbera hêzên Amerîkî û Rûsî de çêdibin, lê vê carê li gorî SANAyê bûyer di navbera hêzên Sûriyê û Amerîka de diqewime.


Source link

About Hooshyar

Check Also

مەكتەبی پەیوەندییەكان ئێوارەخوانێكی بۆ سەرۆك و مامۆستایانی زانكۆ رێكخست

ئێوارەی ئەمڕۆ یەك شەممە ٩ی٥ی٢٠٢١، مەكتەبی پەیوەندییەكانی یەكێتیی نیشتیمانیی كوردستان بەبۆنەی مانگی پیرۆزی رەمەزانەوە و …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *