Hejmareka Hêza Marînz a Amerîkî li Japonê bi Koronayê Dikeve


Hakimê girava Okînawa ya Japonî îro Şemiyê ragihand ku bi dehan endamên hêza Marînz a Amerîkî li welatê Japonê bi vîrusa koronayê ketine, û daxwaza şîrovekirinê ji artêşa Amerîkî kir.

Hakim Denny Tamaki got ew dikare tenê bêje bi dehan keys hatine dîtin ji ber ku artêşa Amerîkî daxwaza kiribû ku hejmara durist neyê belavkirin.

Tamaki got vîrus li bingeha esmanî ya Futenma belav bûye.

Medya xwecihî ji ser zimanê çavkaniyeke nenavkirî ragihand ku dora 60 kes bi vîrusê ketine.

Tamaki di konferanseke rojnamevanî de got:

“Runiştvanên Okinawa şok bûne li dor vê nûçeyê… niha me gumanên mezin hene ku leşkeran pîvanên pêwîst ên rêgirtina li vîrusê pêk anîne.”

Tamakî daxwaza zelaliyê di van pêvajoyên dawî de kir û got ew pilan dike ku daxwaza axaftinan di navbera leşkerên Amerîkî û berpirsên Okinawa de bike.


Source link

About Hooshyar

Check Also

كۆسرەت رەسوڵ: PUKmedia راستگۆیانە بەردەوامە

كۆسرەت رەسوڵ عەلی سەرۆكی ئەنجومەنی باڵای سیاسی و بەرژەوەندی یەكێتیی نیشتمانیی كوردستان پیرۆزبایی ساڵیادی دامەزراندن …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *