Trump Biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn bi Tundî Rexne Dike

Serokê Amerîka Donald Trump biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn ya ser bacê ya dijî wî rexne kir.

Donald Trump dîyar kir ku dadgeh li rêvebirîya wî neheqîyê dikin û dadmendîyê binpê dikin.

Trump ji Twitterê da zanîn ku Dadgeha Qanûna Bingehîn dosyeya dozê ji dadgeha jêrîn re şandiye.

Wî îdia kir ku ew peyvajoya hiqûqî ya ser qeydên wî yên darayî û bacên wî destpê kiriye, sîyasî ye.

‘’Dadgeh di demên borî de bo hemî kesan rêz girtin, lê bo min rêz nagirin.’’ Trump li Twitterê nivîsî.

Serok Trump da zanîn ku rêvebirîya Barack Obama kempeyna wî ya hilbijartinê bi dizî şopandiye û tevî ew hatiye tespît kirin jî tiştek bi serê wan de nehatiye.

Trump dîyar kir ku ew bi ‘’skandalên mezin’’ re rû bi rû maye, lê wî dîsa jî di dema seroktîya xwe de ji serokên berê pirtir kar kiriye.

Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Amerîka rê dabû dozgerê herêma Manhattan ya New Yorkê ku li qeydên darayî û bacên Trump binêre.

Wê dadgehê, herwiha biryara dadgehên jêrîn ya ku rê dida komîsyonên Kongresê yên bi pêşengîya Demokratan ku li qeydên darayî yên Trump binêrin, pûç kir.


Source link

About Hooshyar

Check Also

بەهۆی تەقینەوەیەک لە بەغدای پایتەختی عێراق دەیان کەس دەکوژرێن و بریندار دەبن

سەرچاوە ئاسایشی و پزیشکییەکان ڕایانگەیاند ڕۆژی پێنجشەممە لە بازاڕێکی بەغدا لە دوو تەقینەوەی خۆکوژیدا بەلایەنی …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *