Têkiliyên Tirkiyê yên bi Cîhanî Erebî û Welatên Rojavayî Re

Têkiliyên Tirkiyê roj bo rojê ji aliyekî bi cîhana Rojavayî re û ji aliyê din bi cîhana Erebî re xirab û aloz dibin.

Tirkiye bi şêweke eşkere tevî artêşa xwe û grûbên çekdar yên girêdayî wê ketiye di nav axa 3 welatên Erebî de, Sûriye, Lîbya û Îraqê.

Cîhana Erebî li ser van pirsgirêkan û dest xistina nav karên welatên Erebî bi şêweke giştî ji siyaseta Erdogan nerazîne û pirsgirêk bi Tirkiyê re hene, tenê çend welatên biçûk yên weke Qatar ne nav da weke din têkiliyên Tirkiyê ewqas li gel welatên din yên Ereban di rewşa duberî û nakokiyan dane.

Herwiha ji ber pirsgirêkên stratejî û siyaseta rojane, welatên Rojavayî yên weke, Fransa, Yunanistan, Fransa û Amerîka pirsgirêk bi Tirkiyê re hene, bi taybet piştî hewildanên Tirkiyê yên lêgerîna gaz û petrolan li avên deryayî yên nêzîkî Yunanistan û Qobrisê li derya naverast.

Bazarê Tirkiyê yê kirîna sîstema S-400, dîsan bo sedem ku têkiliyên Amerîka û Tirkiyê bi taybetî û yên Tirkiyê û hevpeymaniya NATO bi giştî bikevin di qunaxek nû û hesas de.

Herî dawî Tirkiye dixwaze, avahiyê dîrokî Ayasofya ji dêreke katêderayî ya Ortodoksan ya li ser demê Bîzansiyan hatî ava kirin ji muzexanekê veguhêze û bike mizgeft.

Bo danûstandina li ser vê mijarê rojnamevan û pisporê pirsên Tirkiyê berêz Faysel Daglî tevlî bernama hello Washington bû û nêrînên xwe derbarê siberoja têkiliyên Tirkiyê û cîhana Erebî û Rojavayî anîn ziman.

Faysal Dagli - Kurdish Journalist and Researcher

Faysal Dagli – Kurdish Journalist and Researcher

Daglî derbarê siyaseta Tirkiyê ya niha û rewşa têkiliyên wê bi cîhanê re got”Tê zanîn piştî ku Erdogan Sistema rêveberiyê li Tirkiyê guhart, yekser wek osûla rêvebirina wî welatî, siyaseta tûndî û aloziyê derxiste pêş. Ev tûndî û alozî hem di anva Tikriyê de bo dînamîka navxweya Tirkiyê û hem jî bo têkiliyên bi derve re ket rojevê”.

Daglî dîsan got “Ji dema ku Erdogan Sistema serokatiyê li Tirkiyê guherand heta niha yek roj di nava aştî û aramiyê de derbaz nekir, yanê her tim yan bi cîranan re, yan bi Amerîkiyan re yan jî bi Ereb û Ewrupayan re tûnd û tûjiya desthilata Erdogan hat rojevê.”

Derbarê pirsa Ayasofya ku di rojeva Tirkiyê û Erdogan da ye, Daglî got”Ayasofya jî yek ji wan xalên ku nakokî di navbera Rûsyayê de, dê zêde bibe, êdî Ayasofa xala nakokiyê ye di navbera cîhana Orthodoksan her hemiyê û Tirkiyê da, wek tê zanîn Rûsya jî welatekî oldarên wê Orthodoks in dê nakokî zêde bibin û dom bikin”.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Trump Sînordarkirina Rêwîtîyê ya bo Welatên Ewrupa bi Dawî Dike

Serokê Amerîka Donald Trump qedexeya rêwîtîyê ya bo hin welatên Ewrupa, ku jiber şewba vîrusa …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *