Mirîdên Kesnezanî bê kontrol derbasî Başûr bûn, hêzên Îranê 4 kes kuştin


PeyamaKurd – Bi sedan mirîdên terîqeta Qadirî ji Rojhilatê Kurdistanê ji bo beşdarî şîna Rêberê Terîqeta Qadirî Şêx Mihemed Kesnezanî bibin, li deriyê sînor ê Başmaxê xistin û bi şûr û xenceran derbasî Başûrê Kurdistanê bûn.

Hat ragihandin ku hêzên Îranê ew gulebaran kirine ku di encamê de 4 kes ji wan hatine kuştin û hejmarek jî birîndar hene.

Berpirsê Deriyê Başmaxê yê Navdewletî Lîwa Merîwan Şêx Kemal da xuyakirin ku di encama alozî û teqekirina hêzên Îranî de, 4 derwîş hatin kuştin.

Lîwa Merîwan Şêx Kemal diyar kir: “Derwîşan êrîşî ser hêzên ewlehiyê yên Îranê kirin û hêzên Îranî reviyan, ji ber wê jî derwîş derbasî aliyê Herêma Kurdistanê bûn û me nekarî rêgirî li wê hejmara mezin bikira”.

Li tora civakî hejmarek girtevîdyo belav bûn, ku derwîş di deriyê Başmaxê re bi girî derbas dikin û zarok jî bi wan re hene.

Bi gotina Berpirsê Deriyê Başmaxê, nêzîkî 2 hezar û 500 derwîş ji bo beşdariyê di serxweşiya rêberê terîqeta Qadirî Şêx Mehemed Kesnezanî de bikin, derbasî Herêma Kurdistanê bûn.

Bi sedan mirîdên Şêx Kesnezanî bi kêr û xenceran êrîşî asayîşê kirin


Source link

About Hooshyar

Check Also

Jinên HDP’î careke din pirsîn: Gulistan Dokû li ku derê ye?

Xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Dokû beriya 500 rojî herî dawî li ser Pira Dinarê hatibû …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *