Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo perwerdeya xwendekarên Şingalê alîkarî da


PeyamaKurd – Bi biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hemû pirsgirêkên xwandevanên perwerdeya Şingalê hatine çareser kirin û îro 09.07.2020an da, dê xwandevanên Şingalê ber bi Duhokê ve herin bo encamdana azmûnên pola 12ê ya amadeyiyê.

Li gor Rêvebera Perwerdeya Şingalê Meyser Hecî ragihand, hemû mesrefên xwarin û dabînkirina cih bo xwendevanan û çûn û hatina wan, heta testên wan ên Koronayê, dê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bê kirin. Niha ti pirsgirêkên xwandevanên perwerdeya Şingalê nemaye, hemû hatin çareser kirin.

Herwiha çend otel hatine dabînkirin li Duhokê, bo vehewandina xwandevanên qeza Şingalê û dê dawiya ezmûnan jî li wan otela bimînin.’

Hecî diyar kir: ‘‘Hikûmeta Herêma Kurdistanê alîkariya 565 xwandevanên perwerdeya Şingalê dike, ku berî niha hin ji wan ji Şingalê bo Duhokê hatine veguhestin û îro jî dê hejmarek xwandevan bi rêya otobûsên taybet ji Şingalê ber bi Duhokê ve bên veguhestin bo ezmûnên amadeyî pola 12ê bidin.’’

 


Source link

About Hooshyar

Check Also

Berhema hunermend Welidxanî li Osloyê tê pêşandan

Di serê meha Mijdarê de li Osloyê li ser rêya Rosenkratz Gateyê bi gotinên Rêberê …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *