ENKSê ji bo gera duyem a danûstandinan şertên xwe eşkere kirin…

PeyamaKurd – Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) dohî li Qamişlo civiya û tê de çend mijarên girêdayî bi ENKSê û pirsa yekrêziya navmala Kurdî hatin guftûgo kirin.

Li gorî encamên civînê, wê gera duyem a danûstandinên bi partiyên PYNK re li ser bingeha Peymana Duhokê bin û her 3 xalên sereke wek lêvegera siyasî, rêvebirin û serbazî tê de bin. Herwiha ENKSê ji bo gera duyem dixwaze Desteyeke Nû ya rêveberiyê were avakirin.

Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Feysel Yûsif ji K24ê re ragihand ku di qonaxa yekem a danûstandinên bi Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurd (PYNK) re, wan li ser nêrîneke siyasî ya hevbeş lihev kir û niha amadekariyan ji bo destpêkirina qonaxa duyem a danûstandinan dikin.

Feysel Yûsif got: “Di qonaxa duyem de rêkeftina Duhokê ya sala 2014an dikin bingeha guftûgoyan, ku 3 xalên sereke wek lêvegera siyasî, rêvebirin û serbazî tê de ne. Niha em dibînin ku divê desteyeke rêvebir ku desthilatdariya wê li ser her tiştî hebe bê avakirin.”

Yûsif diyar kir, divê lêvegerek ji her tiştî re bê kirin, wek girêbesta civakî (destûr) û hemû yasayan. Herwiha divê pirsa ewlehî û parastinê jî ne tenê di destê aliyekî de be.

Rêveberê ENKSê da zanîn, belgeyên ku niha ji bo danûstandinên qonaxa duyemîn amade dikin, ji bo li ser rêk bikevin, dê Kurdê Sûrî û li gor nerîna siyasî ya wan li ser lihev kiriye be, bi awayekî ku mafên Kurdî di Sûriya pêşerojê de parastî bin.

Feysel Yûsif destnîşan kir, piştî amadekirina belgeyên pêwîst, dê qonaxa duyem a danûstandinan destpê bike. Herwiha di wê çarçovê de jî wan aliyê Amerîkî yê serperiştiya van danûstandina dike û Fermnadarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî dîtin, ji bo amadekariyên destpêkirina qonaxa duyem bêne kirin.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Jinên HDP’î careke din pirsîn: Gulistan Dokû li ku derê ye?

Xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Dokû beriya 500 rojî herî dawî li ser Pira Dinarê hatibû …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *